Şandeya Îmraliyê: Em ê di demekî nêz de serlêdanê bikin

  • rojane
  • 13:26 15 Çile 2025
  • |
img

ENQERE - Ji Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder diyar kir ku ji bo çûna Îmraliyê ew ê di demekî herî nêz de serlêdanê bikin. 

Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç diyar kir ku Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo çûna Girava Îmraliyê serlêdan nekiriye. Tunç, pirsên rojnamegeran bersivand û wiha got: “Ji bo hevdîtina duyemîn heta niha tu daxwaz nehatine kirin. Heke daxwaz çêbibe em ê li gorî wê bersivê bidin.” 
 
ŞANDEYA ÎMRALIYÊ: EM Ê SERLÊDANÊ BIKIN
 
Ji Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder jî têkildarî mijarê wiha got: “Ji bo hefteya pêş em ê di demekî herî nêz de serlêdanê bikin.” 
 
Şandeya Îmraliyê dê di 17’ê Çileyê de têkildarî hevdîtinan daxuyaniyeke nivîskî bide.