Alî Bakirhan li Qersê hate definkirin

  • rojane
  • 15:32 19 Çile 2025
  • |

QERS - Bavê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Alî Bakirhan li Qersê hate definkirin. 

Bavê Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, Alî Bakirhan ji ber nexweşiya alzheîmerê duh wefat kir. Cenazeyê Bakirhan, li Qersê hate definkirin. Cenazeyê Bakirhan ji ewil anîn Mizgefta Paşacayirê û piştî wecîbeyên olî, birin Goristana Taxa Paşacayirê. Cenazeyê Bakirhan, li vir li rex gora hevjîna Bakirhan, Îpek Bakirhanê hate definkirin. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Hevserokê Giştî yê HDP’ê Cahît Kirkazak jî di nav de gelek parlamener, hevşaredar, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û welatî tev li merasîma definkirinê bûn. 
 
Piştî karûbarên definkirinê, malbatê li Mala Şînê ya Paşacayirê behiyên xwe danî.