ROJEVA 21’Ê ÇILEYA 2025’AN

  • rojane
  • 09:00 21 Çile 2025
  • |
img
* Piştî "Qanûna Komkujiyê" tundiya li hemberî heywanan û kuştina wan zêde bû. Têkoşîna parêzvanên mafên mirovan a li dijî vê jî didome.
 
* Welatiyan diyar kirin ku baweriya wan bi gotinên îktîdarê yên têkildarî pirsgirêka Kurd nayê û gotin: “Ji bo aştiyê divê birêz Abdullah Ocalan azad bibe.” 
 
* Ne Şaxa TEM’ê ne Şaxa Ewlehiyê ne jî Maseya Komeleyan serdegirtina Komeleya Wêjekarên Kurd li xwe negirtin. Hevserokê Komeleyê Rêdûr Dîjle, got: “Ev rewş nîşan dide ku serdegirtin hiqûqî nîne û serdegirtineke korsan e.” 
 
* Komeleya Wêjekarên Kurd dê têkildarî serdegirtina komeleya xwe li ÎHD’ê daxuyaniyê bide. (12.00)
 
* Çalakiya nobetê ya li pêşiya Şaredariya Akdenîzê hatiye destpêkirin dê bidome. (13.00) ZINDΠ
 
* Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê dê têkildarî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêşiya avahiya partiyê daxuyaniyê bide. (13.30)