Di 2 hefteyan de 240 kes hatin binçavkirin

  • rojane
  • 08:47 22 Çile 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Karên Hundir ragihand ku di nava 2 hefteyan de 240 kes hatine binçavkirin. 

Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya ragihand ku di nava 2 hefteyan de li 43 bajaran di encama serdegirtinên malan de 240 kes hatine binçavkirin. Hat destnîşankirin ku kesên behsa xeberê bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê”, “Fînansekirina rêxistinê” û “Propagandaya rêxistinê” hatine binçavkirin.