Şandeya Îmraliyê vegeriya: Hevdîtin 4 saetan dewam kir

  • rojane
  • 16:57 22 Çile 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya DEM Partiyê li Girtîgeha Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Hevdîtin 4 saetan dom kir. 

Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. DEM Partiyê ragihand ku di şandeya wan de Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan cih girtine. 
 
Hat zanîn ku hevdîtina di navbera Şandeya DEM Partiyê û Abdullah Ocalan de 4 saetan domiyaye. Şande, piştî hevdîtinê ji Îmraliyê vegeriya. 
 
Hat hînkirin ku dê şandeya Îmraliyê sibê bi awayekî nivîskî daxuyaniyê bide.