Li Şirnexê ketin û derketina li 11 herêman hate qedexekirin

  • rojane
  • 11:28 10 Sibat 2025
  • |
img

ŞIRNEX - Walîtiya Şirnexê, Herêma Besta û çiyayên Cûdî û Gabarê jî di nav de ku talankirina xwezayê lê didome, 11 herêm bi hinceta “ewlehiyê” qedexe kir. 

Walîtiya Şirnexê, Herêma Besta û çiyayên Cûdî û Gabarê jî di nav de ku birîna daran û talankirina xwezayê lê didome, 11 herêm bi hinceta “ewlehiyê” weke “Herêma ewlehiyê ya demkî” ragihand. Walîtiyê got ku 15 rojan ketin û derketina van herêman qedexe ye. 
 
Herêmên hatine qedexekirin ev in: “Çiyayê Gabarê, Çiyayê Cûdî, Herêma Bestayê, Kelamemê, çiyayên Kurt, Donmezler, Kovankaya, Textereş, Încebeldaglari, Altindaglari û Oymakayê.”