STENBOL - Endamê Komîsyona Kongreya DEM Partiyê Atîlla Ozdogan îşaret bi wê yekê kir ku di pêvaoyeke wiha de ku li dijî pêkhateyên HDK'ê û şaredariyên ku bi Lihevkirina Bajêr hatine hilbijartin operasyonan tên lidarxistin, dê li Stenbolê biçin kongreyê û got: "Em ê li vî welatî tifaqa hevpar a gelan, bi taybetî ya kurd û tirkan ava bikin."
Rêxistina Parêzgeha Stenbolê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) amadekariyê dike ku di 23’yê Sibatê de bi dirûşmeya “Em bi rêxistinbûnê azad dibin” 3’yemîn Kongreya xwe ya Asayî li dar bixe. Amadekariyên kongreya ku wê saet di 11.00'an de li Salona Sporê ya Yahya Kemal Beyatli ya Kuçukçekmeceyê dest pê bike dewam dikin. Di xebatên ku li 39 navçeyan berdewam dikin de belavok tên belavkirin û serdanên esnaf û gel tên kirin.
Endamê Komîsyona Kongreya DEM Partiyê ya Stenbolê Attila Ozdogan têkildarî amadekariyên kongreyê got: "DEM Partî hewl dide li Tirkiyeyê jiyaneke nû ya ku hemû gel bi wekhevî û azad bijîn ava bike. Em li ser vê esasê xwe ji bo kongreya xwe ya Stenbolê amade dikin."
'DAXWAZA ME DEMOKRATÎKBÛYÎN E'
Ozdotan diyar kir ku di pêvajoya ku bi hevdîtinên bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re û gengeşeyên têkildarî wê dest pê kiriye de ew ê biçin kongreyê û ev yek wê di rojeva kongreyê de cih bigire û got ku ew dixwazin jiyaneke bi hev re ku tu kes wekî welatiyê pileya duyemîn neyê dîtin û jin bi awayekî wekhev tê de cih bigirin, biçin kongreyê. Ozdogan bal kişand ser armanca DEM Partiyê ya demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û got: "Ya girîng a demokratîkbûyîna Tirkiyeyê, çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd e. Ev jî ev e ku gelê kurd bi zimanê xwe yê zikmakî û bi nasnameya xwe bibe xwedî statu. Eger yên ku behsa aştiyê dikin hebin, divê ji dil û can bersiva vê yekê bidin. Gelo îradeya we heye? Heke nebe û hûn ê careke din kurdan paşguh bikin, bila qala aştiyê nekin. Rêya avakirina aştiyê bi çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û jiyana wekhev û azad a gelên din e."
Ozdogan da zanîn ku kongre dê ji bo armanca têkoşîna yekbûyî bibe qonaxeke girîng a veguhertinê û destnîşan kir ku desthilat vê têkoşînê hedef digire û xebatên Kongreya Demokratîk a Gelan, pêkhateyên wê û şaredariyên bi lihevkirina bajêr hatine hilbijartin bi bîr xist. Ozdogan got: "Em dipirsin, gelo tifaqa di navbera tirk û kurdan de sûc e? Li gorî wan ev sûc e. Lê rewşa herî bingehîn pêkanîna tifaqa kurd û tirk e. Em ê li vî welatî tifaqa hevpar a gelan, bi taybetî jî ya kurd û tirkan ava bikin. Ji ber vê yekê yê herî zêde êrişî gelê kurd dikin."
Ozdogan bi bîr xist ku desthilat piştî têkçûna di sala 2015'an de êrişên li ser partiyên wan zêde kiriye û hevserok, wekîl û şaredar hatine girtin û dest bi tayînkirina qeyûman li şaredariyan kiriye û ev pêkanîn berdewam dikin û got ku kongre ji bo têkoşîna li dijî van polîtîkayan girîng in. Ozdogan destnîşan kir ku polîtîkayên şer û qeyûman ên desthilatê ku îradeya gel paşguh dike, êrişên mezin ên li dijî rêxistina gel e û ji ber vê yekê ew bi dirûşmeya "Em bi rêxistinbûyînê azad dibin" diçin kongreyê. Ozdogan got: "Em bi 39 rêxistinên xwe yên navçeyan re li taxan belavokan belav dikin û diçin cem gel û bangawaziya kongreyê dikin. Bi sedan pankart li kolanan hatine daliqandin û banga kongreyê tê kirin. Di roja kongreyê de em ê bi wesayîtan gel bibin cihê kongreyê. Parlamenterên me, endamên Desteya Rêveberiya Navendî û nûnerên partiyên pêkhatî dê bi awayekî aktîf li qadan xebatên xwe bidomînin."
BANGAWAZÎ
Ozdogan her kesê ku ji pergal û desthilatê nerihet in vexwend kongreyê û got: "Em hemû gelê xwe vedixwînin kongreya xwe. Kedkarên ku mexdûrê vê desthilatê ne û teqawidên bi mûçeya 14 hezar TL'yî di sînorê birçîbûnê de dijîn, jinên rastî tundiyê tên û ciwanên pêşeroja wan ji dest wan hatiye stendin vedixwînin kongreyê."
MA / Esra Solîn Dal