‘Sedsal jî derbas bibin dê gelê me serî li ber we netewîne’

  • rojane
  • 14:13 20 Sibat 2025
  • |

WAN - Aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat Ata di çalakiya protestokirina qeyûm de axivî û bertek nîşan da. Ayla Akat Ata, got: “Gelê me dê serî li ber polîtîkayên zilmê netewîne. Sedsal jî derbas bibin dê gelê me dîsa jî xwedî li îradeya xwe derkeve.” 

Bi pêşengtiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û bi beşdariya aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat Atayê, li pêşiya Wan MALL AVM’ê li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê daxuyanî hat dayin. Di daxuyaniyê de pankarta “Qeyûm xespkirina îradeyê ye, na ji xespkirina îradeyê re” hate hilgirtin û dirûşmên “Qeyûmê dizek ji Kurdistanê bicehime”, “Qeyûm dê biçe gel dê were”, “Gelê Kurd li vir li cem îradeya xwe ye” û “Abdullah Zeydan û Neslîhan Şedal rûmeta me ne” hatin berzkirin. 
 
‘EM Ê PAŞVEGAVÊ NEAVÊJIN’
 
Di daxuyaniyê de ji ewil Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî axivî û got: “Gelê Wanê her tim xwedî li îradeya xwe derket. Hikûmeta AKP’ê bo xwe ji 31’ê Adarê ders negirt. Tehemûla sindoqan nekir û qeyûm tayîn kir. Gelê Wanê êdî ji vê re dibêje diziya îradeyê. Xelkê Wanê li dijî vê li kolanan li ber xwe dide. Weke gelê Kurd jî dibêje, qeyûm talan e. Em ê li dijî vê talanê û xespkirina îradeyê paşvegavê neavêjin. Heta ku bi ser dikevin dê têbikoşin.” 
 
‘DEV JI VÊ POLÎTÎKAYÊ BERDIN’
 
Ayla Akat Ata jî di daxuyaniyê de bi bîr xist ku ev 11 sal in qeyûm tên tayînkirin, binçavkirin û girtin tên kirin lê heta niha jî dewletê tu serkeftin bi dest nexistiye. Ayla Akat Ata, wiha domand: “Ji ber ku di 31’ê Adarê de gelê me peyama xwe da dewletê. Xelkê Wanê her 14 şaredarî jî bi dest xist. Li dijî vê xwedîderketina gel divê rêz were girtin. Heke hêj jî polîtîkaya tundiyê bê domandin, divê şerm bikin. Lê rêveberên vî welatî ji zû de ye şerm ji bîr kirine. Em careke din bang li dewletê dikin ku dev ji vê pêvajoya ku tu alî serkeftî nînin berde.”
 
‘DI ÎDIAYA ME DE RANT Û BERJEWENDÎ TUNE NE’ 
 
Bi domdarî Ayla Akat Ata diyar kir ku îktîdar hêza dewletê bi kar tîne û bi darê zorê îradeya gel xesp dike û ev tişt anî ziman: “Mesele ne meseleya çar dîwaran e. Lê şaredarvaniya gel a demokratîk a me ye, xizmeta ji gel re îdiaya me ye. Di îdiaya me de rant û berjewendî tune ne. Baş dizanim ku yên vî bajarî birêve dibin jî dizanin ka namûs çi ye û dizanin ku divê heqê tu kesî neyê xwarin. Lewma divê hêrsa gel fêm bikin û paşvegavê biavêjin. Em dixwazin careke din ji vê xespa îradeyê re bibêjin bes e. Yên ji van 11 salan ders negirtin divê bizanin ku sed sal jî derbas bibin dê neviyên me dîsa xwedî li îradeya xwe derkevin.” 
 
‘ÇARESERÎ EW E KU DESTÛRA BINGEHÎN JINÛVE BÊ AMADEKIRIN’ 
 
Ayla Akat Ata, bi bîr xist ku heta niha li Wanê zêdetirî 500 kes hatine binçavkirin û bi ser 50 kesan hatine girtin û wiha pê de çû: “Girtin û binçavkirin çareserî nînin. Çareserî, naskirina maf û hiqûqê ye. Çareserî jinûveamadekirina Destûra Bingehîn e. Ev berîqet, tayînkirina qeyûman çareserî nînin. Hêvîdarim rayedarên vî welatî hêviya ji meha Cotmehê ve zindî bûyî mezin bikin. Mesele ne şaredarî, mesele avakirina pêkvejiyanê, jiyaneke wekhev û azad e.” 
 
‘EM Ê BI HEV RE BI SER KEVIN’
 
Ayla Akat Ata, anî ziman ku Tirkiye û Kurdistan dikare veguherin bihûşta gelan û axaftina xwe wiha qedand: “Hewceye gel di avakirina wê de cih bigirin. Wê demê hewcehî bi berîqetan namîne. Me duh digot azadî û îro jî dibêjin azadî. Me digot wekhevî bû û îro jî wekhevî ye. Nebêjin qey dê bi tayînkirina qeyûman bi vî gelî serî bidin tewandin. Nebêjin dê ev gel ji ber zilma we serî bitewîne. Em duh li vir bûn û îro jî li vir in. Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan rûmeta me ne. Em ê bi hev re bi ser kevin. Gelê me dê serî netewîne û ji her demê bêhtir nêzî azdaiyê ye.” 
 
Piştî daxuyaniyê girseyê xwest meşê li dar bixe lê polîsan nehiştin. Girseyê jî bi çalakiya rûniştinê bertek nîşan da.