Ji Meteorolojiyê hişyariya berfê û aşûtan

  • rojane
  • 10:02 23 Sibat 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji ber barîna berfê û ketina aşûtan, xelkê bajarên bakurê Kurdistanê hişyar kir û xwest tevdîrên xwe bigirin. 

Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê rapora xwe ya rewşa hewayî eşkere kir. Midûriyetê, diyar kir ku dê piraniya bajarên bakurê Kurdistanê pir biewr bin û li bakur û rojhilatê Bakur û li Sêrt berf bibare. 
 
Her wiha hate gotin ku ji ber hewayê sar dê erd cemedê bibire û xwest ku gel li dijî qerisîna erdê hişyar be. Di heman demê de ji ber xetereya aşûtan, xelkê li deverên bilind ên Bakur dijîn hişyar kir û xwest tevdîrên xwe bigirin.