CHP’ê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Qaxizmanê da

  • rojane
  • 09:49 24 Sibat 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Cîgirê Serokê Giştî yê CHP’ê Burhanettîn Bulut bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Qaxizmanê da û got: “Îktîdarê, bi rêya lîstikên ser maseyê 12 şaredariyên di hilbijartinan de nekarîbû qezenc bike desteser kir.” 
 
Wezareta Karên Hundir a dewleta tirk li Şaredariya Qaxizman a Qersê ya DEM Partiyî qeyûm tayîn kir. Cîgirê Serokê Giştî yê CHP’ê Burhanettîn Bulut li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da. Bulut, wiha got: “Bi ser hilbijaritnên 31’ê Adarê re hêj salek derbas nebûye ku îktîdarê bi rêya lîstikên ser maseyê 12 şaredariyên nekarîbû di hilbijartinê de qezenc bike desteser kir. Tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Qaxizmanê derbeyeke li dijî îradeya xelkê Qaxizmanê û demokrasiyê ye. Em vê bêhiqûqiyê, vê dijminatiya li demokrasiyê û vê zordestiya qeyûm red dikin.”