Cihê ku dê banga dîrokî lê were kirin diyar bû

  • rojane
  • 11:58 27 Sibat 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku dê Şandeya Îmraliyê banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Hotêla Elîte Worldê ragihîne. 

Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku ji Ahmet Turk, Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder, Tulay Hatîmogûllari, Tuncer Bakirhan, Cengîz Çîçek û Faîk Ozgur Erol pêk tê, ji bo hevdîtina 3’yemîn a bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re, di saetên serê sibehê de çû Girava Îmraliyê. 
 
Hat ragihandin ku Şandeya Îmraliyê dê di vegerê de li Hotêla Elîte Worldê ya li Taksîm a Stenbolê daxuyaniyê bide.