Walîtiyê giliyê Komîteya Amadekar a Newroza Stenbolê kir

img
STENBOL - Walîtiya Stenbolê ragihand ku giliyê endamên Komîteya Amadekar a Newroza Stenbolê kirine.  
 
Walîtiya Stenbolê ragihand ku têkildarî pîrozbahiya Newrozê ya duh li Meydana Yenîkapiyê hatiye lidarxistin de der heqê 28 kesan de kirariyên qanûnî kirine û der heqê endamên Komîteya Amadekar a Newroza Stenbolê de serlêdana sûc kirine. Walîtiyê, diyar kir ku ji ber li dijî wêne û posterên di dema pîrozbahiyê de hatin hilgirtin û dirûşmên hatine berzkirin tevdîr negirtine, giliyê endamên komîteyê kirine.