ROJEVA 13’Ê NÎSANA 2025’AN

  • rojane
  • 09:00 13 Nîsan 2025
  • |
img

* Tevî ku îsal barîn kêm jî bûn, bi hatina biharê re Geliyê Botanê bi rengên biharê xemilî. 

* Hevserokê KURDÎGEH’ê Mesût Kertîş diyar kir ku divê her kes piştgiriyê bide banga Abdullah Ocalan û got: “Hewceye dewlet demildest gavan biavêje.” 
 
* Xwediyê Pirtûkxaneya Lîbertayê Şivan Zeren diyar kir ku ji bo têkoşîna li dijî zextên ser zimanê Kurdî ew ê kampanyaya “Pirtûkeke Tirkî bîne pirtûkeke Kurdî bistîne” didin destpêkirin. Zeren, got: “Di vê çarçoveyê de me ji bo zarokan 5 hezar û ji bo kesên sere jî 10 hezar pirtûk amade kirine.” 
 
* Nivîskar Mehemt Serhat Polatsoy bi îdiaya “telîsê bombeyê” demekê di girtîgehê de ma. Li Polatsoy 7 sal û 6 meh cezayê hefsê hate birîn û “rapora” dijîtal a ku dema Polatsoy girtî li ser yekî hatibû dîtin weke hinceta cezayê hat nîşandan. 
 
* Rêveberê MED TUHAD-FED’ê Şafî Hayme ku 3 sal û nîvan bi girtiyê nexweş Soydan Akay re di girtîgehê de mabû, diyar kir ku divê hemû girtiyên nexweş demildest bên berdan. 
 
* Rojnameger Ziwer Şêxo bi hinceta ku li Sûriyeyê li herêmên Elewî lê dihatin qetilkirin weşan kiriye hatibû binçavkirin. Şêxo, got: “Ji hinek malbatan tenê yek kes mabû. Li hinek gundan 200 kes hatibûn qetilkirin.” 
 
* Neşe Ozgen qala damezirandina Komeleya Aştî û Azadiyê ya Ewropayê vegot û anî ziman ku ew hewl didin siyaseteke nû ya dîasporayê ava bikin. 
 
* Dayikên Aştiyê diyar kirin ku ew piştgiriyê didin banga Abdullah Ocalan û bang li îktîdarê kirin ku Abdullah Ocalan were berdan. 
 
* Komxebata zimanê dayikê ku Şaxa Egîtîm Senê ya Amedê li Navenda ÇandAmedê li dar dixe, dê di roja duyemîn de bidome. (10.00)
 
* OHD dê 4’emîn Lijneya Giştî ya Asayî li Nvaenda ÇandAmedê li dar bixe. (12.00) 
 
* Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû dê di çarçoveya “Hevdîtinên jinan ên di avakirina aştî û civaka demokratîk” de li Dêrsimê bi jinên Elewî re bicive. (13.30)