AMED - Dema doza Narîn Guranê didomiya li pêşiya edliyeyê daxuyanî hate dayin û bang li darazê hate kirin ku heqîqeta cînayetê derxînin holê.
Zaroka 8 salî Narîn Guran di 21’ê Tebaxa 2024’an de li gundê Çûlî yê navçeya Rezanê ya Amedê winda bû û cenazeyê wê 19 roj piştre hate dîtin. Danişîna ewil a doza duyemîn a cînayeta Narîn Guranê ku 15 kes ji ber sûcê “îltîmas ji sûcdaran re kirine” tên darizandin, li 17’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê tê lidarxistin.
KUJERÊN NARÎNÊ KÎ NE?
Komîsyona Zarokan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li pêşiya edliyeyê daxuyanî da. Hevberdevka Komîsyonê Bêrîtan Guneş diyar kir ku doza Narîn Guranê hemû civakê eleqedar dike û got: “Di cînayeta Narîn Guranê de heqîqet derneketiye holê û ev yek xetereyê li ser hemû zarokan çêdike. Heke dewlet di vê cînayetê heqîqetê dernexîne holê dê sûcên li dijî zarok û jinan zêdetir bibin û dê ji vê berpirsyar be. Hêvîdarin ku ev doz bi heqîqetê biencam bibe.”
Parlamenterê CHP’ê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu jî li pêşiya edliyeyê daxuyanî da. Tanrikulu, biryara di doza yekemîn de rexne kir û got: “Biryareke bihincet a ku weke parêzerekî mirov qaneh bike nehate nivîsandin û hêj jî nayê zanîn ka kujerên Narînê kî ne û çima kuştine. Hêvîdarim gumanbarên vê dozê di vê mijarê de agahiyekê bidin. Hêvîdarim ev darizandin faîlan û bûyerê derxînin holê.”