Înîsyatîfa Jinan a ji bo Sûriyeyê hat avakirin: Çalakiya ewil di 24'ê Nîsanê de ye

  • rojane
  • 09:04 15 Nîsan 2025
  • |
img

STENBOL - Hevseroka DAD'ê Kadriye Doganê diyar kir ku wan bi pêşengiya jinên elewî li dijî qetlîamên li Sûriyeyê "Însiyatîfa Jinan a ji bo Sûriyeyê" ava kiriye û bang li hemû jinan kir ku di 24'ê Nîsanê de li Hatayê beşdarî çalakiya "xeleka jimirovan" bibin.

Hêzên paramîlîter ên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li herêmên peravê komkujiyên li dijî elewiyan didomînin. Komên paramîlîter ên wekî Tahrîr El Şam (HTŞ) û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) di navbera 6 û 10’ê Adarê de li bajarên Lazqiye, Dara, Hums û Tertûsê yên ku elewî lê zêde ne, bi hezaran elewî qetil kirin. Bi hezaran elewî jî, hatin binçavkirin û koçberkirin.
 
Hevseroka Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) Kadriye Dogan, li ser komkujiyên li Sûriyeyê li dijî elewiyan tên kirin axivî û diyar kir ku wan di pêşengiya jinên elewî de “Însiyatîfa Jinan a ji bo Sûriyeyê” ava kiriye.
 
ÇALAKIYA XELEKA JIMIROVAN
 
Kadriye Doganê da zanîn ku di nava înîsyatîfê de gelek rêxistinên jinan hene û got ku di serî de ew jinên elewî yên li Tirkiye û Kurdistanê ew ê li dijî komkujî, destavêtin û tacizê xebatên xwe bimeşînin. Kadriye Doganê diyar kir ku ew ê di 24’ê Nîsanê de li Hatayê çalakiya xeleka jimirovan li dar bixin li dijî qetlîamên li ser jinan li Sûriyeyê pêk tên û banga tevlîbûnê li hemû jinan kir.
 
Kadriye Doganê diyar kir ku komên girêdayî HTŞ û SMO’yê li dijî elewiyan çalakiyên wekî destavêtin, talan, xespkirin û revandinê pêk anîne. Kadriye Doganê destnîşan kir ku hêzên paramîlîter ên ku partîka DAIŞ'ê nîşan didin, di demên dawî de li dijî jinên elewî sûcê li dijî mirovahiyê kirine û got ku gelek jinên elewî hatine revandin û bi îşkenceyê hatine qetilkirin.
 
‘CÎHAN BÊDENG E'
 
Kadriye Doganê destnîşan kir ku pergala kapîtalîst îslamê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne û got ku li Sûriyeyê rejîmeke ku tu cudahiyê qebûl neke tê avakirin. Kadriye Doganê got: "Di nava hikûmetê de elewî, durzî, kurd û xiristiyan nîn in. Erebên ku jiyana laîk hembêz dikin jî, di nava vê rejîmê de cih negirtin. Li Tartûs, Lazqiye û Hamayê ku piraniya wan elewî ne, em bûn şahidê komkujiya elewiyan. Li dijî can komkujiykn li ber çavê cîhanê çêbûn, li Tirkiyeyê di serî de elewî gelek derdoran bertel nîşan da. Lê muxatabên sereke yên komkujiyê Tirkiye, Ewropa û Amerîka û welatên erebe ên din ên li Rojhilata Navînê hesasiyetek nehat nîşandan. Yanî cîhan bêdeng e." 
 
Kadriye Doganê bi bîr xist ku gelek jinên ji nijadên cuda, bi taybetî jinên elewî li Sûriyeyê dîl hatine girtin û got: "Di sala 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê li Şengalê jinên êzdî revandin û bi hezaran jin li bazarên koleyan firotin. Niha jî HTŞ heman tiştî li jinên elewî dike. Wekî jinên elewî, ji bo pêşî li van bigirin, me hevdîtin kirin. Di dawiya vam hevdîtinan de Înîsiyatîfa Jinan a ji bo Sûriyeyê hat avakirin. Di nava vê înîsyatîfê de ji xeynî saziyên elewiyan, saziyên jinan ên cuda jî hene. Me ji bo Colaniyê ku di 11'ê Nîsanê de hat Tirkiyeyê, bê darizandin daneazek ji bo îmzeyê vekir. Ev îmze tenê ne yên şexî ne, ên saziyan jî hene. Heya niha di ser sedî re sazî îmze dane. Xebatên me bi civînên cuda didome." 
 
DÎWARÊ AŞTIYÊ
 
Kadriye Doganê diyar kir ku ew ê di 24'ê Nîsanê de li Samandagê çalakiya xeleka jimirovan li dar bixin û got: "Wekî saziyên jinan ên elewî, rêxistinên jinan û jinên ku bi ferdî piştgiriyê didin vê bangê, em ê bibin dengê aştî, wekhevî û azadiyê. Em ê bi pêvajoya çalakiyan a di 11'ê Nîsanê de hat destpêkirin, li sînorê Sûriyeyê bi 'Dîwarê Aştiyê'bidomînin. Ev dîwar dê bi destê jinan ê digihê hev bê lêkirin. Xebata me dê bibe xebata piştevanî, şer û sembola aştiyê." 
 
BANGAWAZÎ
 
Kadriye Doganê da zanîn ku Înîsiyatîfa Jinan a ji bo Sûriyeyê wê di gelek mijarên wekî aştî, demokrasî û baweriyan de deriyên xwe ji Tirkiyeyê re veke û got: "Ev sedsal sedsala jinan e. Bi baweriya min Înîsiyatîfa Jinan ya ji bo Sûriyeyê girîng e. Ji bo jinên Sûriyeyê û ji bo jinên li Sûriyeyê tên çewisandin, tên paşguhkirin û bi taybetî li hemberî vê fermanê li hemû herêmê tên qetilkirin, dengekî me yê hevpar heye. Ev bang, ne tenê ji bo yên li derveyî sînor, her wiha ji bo derbaskirina dîwarên bêdengiyê yên di nava me de ye. Em bang li hemû jinan dikin ku di 24’ê Nîsanê de li aliyê din ê sînor li Samandagê bibin, tûxeyeke dîwarê aştiyê." 
 
MA / Esra Solîn Dal