NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevanên ku pîrozbahiyên Newrozê yên Rojhilat dişopandin diyar kirin ku jinan pêşengî ji pîrozbahiyan kirine û gotin ku banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mora xwe li pîrozbahiyan xist.
Pîrozbahiyên Newroza îsal ên li Rojhilat hem bi heybet hem jî bi coş bûn. Tevî ku salnameya fermî ya pîrozbahiyê di navbera 1'ê Adarê û 1'ê Nîsanê de ye, gelê Rojhilat di 19'ê Sibatê de dest bi pîrozbahiyên Newrozê kir û di 13 'ê Nîsanê de bi dawî kir. Îsal hemû pîrozbahiyên li herêmê bi heybet bûn. Dirûşma pîrozbahiyên Newrozê yên gelê Rojhilat aştî û yekîtiya neteweyî bû. Pîrozbahiyên Newrozê yên li Rojhilat ji aliyê Sîpan Welat û Resûl Galeban ên li herêmê rojnamevaniyê dikin ji Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê re nirxandin.
NEWROZÊN ROJHILAT
Rojnamevan Sîhan Welat bal kişand ku pîrozbahiyên Newrozê yên li Rojhilat bi heybet in û ji Îlamê heta Makûyê li hemû bajarên Rojhilatê Kurdistanê pîrozbahî hatin lidarxistin û got Welat da xuyakirin ku Newroz ji bo gelê Kurd berxwedaneke li dijî mêtînger an jî zordariyê ye û wiha got: "Ez difikirim ku pîrozbahiyên Newrozê yên îsal li Rojhilatê Kurdistanê tên pîrozkirin, bandoreke mezin li ser du mijaran dike. Ya yekemîn bang û hêviyên dîrokî yên Rêber Apo yên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a li Bakurê Kurdistanê ye. Ya duyemîn jî geşedanên dawî yên li Rojava û hêviyên mafên Kurdan ên li Kurdistan û Sûriyeyê ye. Van her du mijaran gelekî bandor li gelê Kurd û partiyên siyasî kirine û ji ber vê yeke yekitî û hevgirtina Kurdan bêhtir girîng bûye."
Welat bibîr xist ku hewldanên pêşîgirtina li pîrozbahiyên Newrozê li hin bajaran jî hebûn û wiha got: "Rejîma Îranê polîtîkaya parçekirina gel bi kar tîne. Li bajarê Ûrmiyê ku civakên cuda yên weke Kurd, Azerî, Ermenî û Asûrî lê dijîn, rejîma Îranê hewl da bi rêya parçebûna civakî û etnîkî Kurdan li derve bihêle. Lê belê Kurdan weke yekîneyekê nîşan dan ku baweriya wan bi jiyana aştiyane ya gelan heye û di her şert û mercî de ew ê berxwedana xwe ya li dijî dagirkeran bidomînin."
JINAN PÊŞENGÎ KIRIN
Welat diyar kir ku di pîrozbahiyên îsal de jin hê bêhtir beşdar bûn û wiha got: "Îsal li tevahiya cîhanê bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê û li tevahiya Kurdistanê jin di pîrozbahiyên Newrozê de li rêza herî pêş cih girtin. Di salên dawî de bi şoreşa 'jin, jiyan, azadî' li Rojhilatê Kurdistanê û belavbûna ramanên Rêber Apo rola jinê hate guhertin û jin bûne pêşengê berxwedanê. Tevî ku civaka kevnar, baviksalarî û rêjîma radîkal a Îranê li dijî beşdarbûna jinan e, wekî min got di van salên dawî de bi bilindbûna hişmendiya civakî û belavkirina fikrên azadî û wekheviyê re rola jinan zêde bûye. Ez bi xwe ji Îlamê heta Urmiyê beşdarî gelek pîrozbahiyên Newrozê bûm û rola jinê ji bo min bûye sembola hêviya azadî û rizgariya civakê. Ev peyam hat dayîn: jina azad civaka azad e."
BANGA OCALAN BANDOR LI ÎRANÊ JÎ KIR
Welat da zanîn ku peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Rojhilat hatiye pejirandin û wiha got: "Weke ku min beriya niha jî anî ziman, banga dîrokî ya Rêber Apo xwedî berdelên mezin bû. Di rastiyê de wêneyên wî û hewldanên Rêber Apo yên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêya diyalogê asoyeke nû da gelê Rojhilatê Kurdistanê. Hêviya min ew e ku rojekê gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê bi hev re Newrozê pîroz bike."
Rojnamevan Rêsûl Geleban diyar kir ku 2-3 salên dawî li Rojhilat Newroz bi coştir tê pîrozkirin û wiha got: "Di vê de rola ciwanan girîng e. Li Ûrmiyê yekem car Newroz bi zêdeyî 150 hezar kesî hat pîrozkirin, dikarim bêjim ku ev yek di dîroka Ûrmiyê de yekem car bû. Çavên hemû Rojhilat li ser Urmiyê bû û pîrozbahiya Newrozê li wir ji bo gelê Rojhilat pir girîng e. Newroz hemû beşan dike yek, tevî ku gelê Kurd xwedî baweriyên cuda yên olî û nêrînên cuda yên siyasî ye jî, her kes di mijara Newrozê de li Rojhilat dibe yek. Ev yekîtiya gel wê ji bo partiyên siyasî bibe mînak. Ez hêvî dikim ku partî bêyî ku ji meseleyên Kurd û Kurdistanê cudatir bibin dikarin bi hev re tevbigerin."
'PÎROZBAHÎ LI DIJÎ ÎNKARÊ BERSIVEK BÛ'
Geleban anî ziman ku gelê Newrozê bi rengekî girseyî ew hembêz kiriye û wiha got: "Pîrozbahiyên Newrozê ne qedexe bûn, lê li hin herêman pirsgirêkên biçûk hebûn. Mesela Urmiye, ev der herêmeke stratejîk e, Kurd û Tirk bi salan e bi hev re dijîn. Di van salên dawî de Tirk berpirsiyarê Urmiyeyê ne û hebûna Kurdan înkar dikin. Desthilatdaran biryar dabû ku pîrozbahiyên îsal ne girseyî bin û di rojek e bi tenê de bên pîrozkirin, lê belê gelê me li dijî vê biryarê derket û biryar da ku bi hev re li cihê normal pîroz bikin. Şahiyeke girseyî pêk hat û herî kêm 150-200 hezar kes beşdar bûn, ev yek ji bo me gelekî girîng bû, ji ber ku bersiveke gelekî baş ji bo kesên ku 10 sal in hebûna Kurdan înkar dikin, hat dayîn. Piştî vê pîrozbahiyê, hebûna Kurdan a li Ûrmiyeyê li tevahiya Îranê, heta Tehranê hate nîqaşkirin."
JINAN QEDEXE NAS NEKIRIN
Galeban bi bîr xist ku li gorî qanûnên Îranê qedexe ye ku jin û mêr bi hev re govend bigrin û wiha got: "Lê belê gelê me di Newrozê de qedexe nas nekir. Ev 2-3 sal in jin van ferasetên ku hebûna jinê ji nedîtî ve tên û li her derê cihê xwe digirin. Berê jî çend jin tevlî pîrozbahiyên Newrozê dibûn û ji bo balê nekişînin baldar dibûn, hinekan rûyê xwe nixumandibûn. Lê belê jinan piştî protestoyên 'Jin, Jiyan, Azadî' ev zîhniyeta ku bi sedsalane dewam dike, hilweşand."
Galeban axaftina xwe wiha domand: "Peyama tevahî Newrozê aştî ye, gelê Rojhilat gelê parçebûyî ye, şerê li vir êdî ne bi çekan lê bi pênûsan tê kirin. Bi salan e em bi pênûsên xwe ji bo hebûna xwe têdikoşin. Peyama Serok Apo bandoreke erênî li partiyên Rojhilat jî kir. Em vê dibînin, îsal partiyên Rojhilat jî peyamên aştî û demokrasiyê dan."
MA / Berivan Kutlu