Li Antalyayê dawetên Kurdan bi hinceta ‘qedexeyê’ tên astengkirin

  • rojane
  • 10:14 15 Nîsan 2025
  • |
img
ANTALYA -  Walîtiya Antalyayê dawetên kolanan qedexe dike û polîsan li taxên piranî Kurd lê dijîn dawet betal kirin. Metîn Şahîn ê ku daweta wî hatiye betalkirin, wiha got: “Heta ji dengê muzîka Kurdî jî aciz in û tehemûl nakin.”
 
Waliyê Antalyayê Hulusî Şahîn çendek meh berê ragihand ku bi îdiaya “trafîkê dixitimîne, qelebalixiya deng û xerakirina pergala cemaweriyê” hemû dawetên kolanan, nîşan, şeva hine û oxirkirina leşkeran qedexe kiriye. 
 
Piştî biryarê, hate ferzkirin ku ev pîrozbahî tenê li eywanên dawetan û qadên şaredariyê diyar kirine bên lidarxistin. Piştî biryara qedexeyê ya walîtiyê, astengkirina dawetên li taxên Kurdan jî dest pê kirin. 
 
BI GOVENDA BÊ MUZÎK BERTEK NÎŞANÎ POLÎSAN DAN 
 
Malbata Şahîn di şeva 12’ê Nîsanê de li Taxa Gazîler a navçeya Kepezê ya Antalyayê daweta xwe dikir lê bi hinceta qedexeyê hate astengkirin. Têkildarî mijarê me xwe gihand xwediyê dawetê Metîn Şahîn. Şahîn, bertek nîşanî helwesta polîsan da. Şahîn, diyar kir ku wan jî li dijî astengkirinê bi govenda bê muzîk bertek nîşan dane û got: “Ma ev mirov guneh nînin? Yek bi yek em li her kesî geriyan û ji bo me li vir in. Ma mafê me nîne em du saetan keyfxweş bin?” 
 
'JI MUZÎKA KURDÎ ACIZ IN’
 
Bi domdarî Şahîn da zanîn ku welatiyên ji hêla aborî ve zehmetiyê dikişînin neçarî eywanên dawetan tên kirin û wiha pê de çû: “Walîtiyê dawetên kolanan qedexe kiriye lê polîs zêdetir mudaxileyî dawetên Kurdan dikin. Bi taybet jî dawetên Kurdan tên betalkirin. Ez vê biryarê weke êrişeke li dijî çanda Kurdan dibînim. Ji dengê muzîka Kurdî aciz in û tehemûl nakin. Roja herî xweş a mirovan dikin jehr û ev ne mafê wan e. Divê ev biryara derhiqûqî tavilê bê betalkirin. Em vî waliyî dema li Êlihê qeyûm bû nas dikin. Heman biryar li wir jî dabû. Yên ev biryare dane divê bizanin ku gelê Kurd tu caran dev ji çand û nirxên xwe bernade. Em vê biryarê nas nakin û red dikin. Em ê govendên xwe li kolanan bikin û bila ev jî ji we re bibe derd.” 
 
MUZÎKJENAN BERTEK NÎŞANÎ BIRYARÊ DAN
 
Ji muzîkjenan Saît Roj, Kadîro Ronî, Ruzgar Aştî, Mehmet Çelîk û Memet Dilçem têkildarî mijarê ji ajansa me re axivîn. Muzîkjenan, bertek nîşanî biryara walîtiyê dan û gotin ku ev biryar ji hêla aborî ve ew xistine rewşekî xerab. Muzîkjenan, anîn ziman ku ew vê biryarê weke biryareke tunekirina muzîkjenan û çanda Kurdî dibînin û xwestin ev biryar were betalkirin. 
 
KIRIYARÊN WALÎ YÊN LI DIJÎ KURDΠ
 
Waliyê Antalyayê Hulusî Şahîn di 23’yê Adara 2020’ê de weke qeyûm li Şaredariya Êlihê hate tayînkrin. Şahîn, weke karê ewil beşa Kurdî ya li ser malpera şaredariyê rakir. Şahîn, îkonên hişyariyê yên bi Kurdî-Tirkî yên li payerêya Xaçerêya Acetler a Êlihê jî guherand û tenê Tirkî hişt. Walî Şahîn îcar jî li Antalyayê dawetên kolanan qedexe kir. 
 
MA / Hamdullah Yagiz Kesen