ŞIRNEX - Qeyûmê Cizîrî Nazli Demîr 60 donim qada bêhnvedanê ya girêdayî şaredariyê heta sala 2053'an da cendirmeyan. Cendirmeyan jî ji bo 29 salan wek kire da şîrketekê.
Ji bo qada bêhnvedanê ya li ser qadeke ji 60 donimî ya ji aliyê qeyûm Nazli Demîr a li Taxa Dirseklî ya Cizîra Şirnexê bi bûtçeya şaredariyê 44 mîlyon TL hat xerckirin. Piştî xebatên înşaetê yên qada bêhnvedanê, ku cihên meşê jî di nav de hene , Di Tebaxa 2024'an de Nazli Demîr, ji bo Weqfa Cemaweriyê ya Cendirmeyan (JAVDES A.Ş.) rêya bisîkletê, camellias, qadên sporê, qadên şîn, mescîd û otopark, qadên voleybol û basketbolê, korta tenîsê hat veqetandin.
MESREF JI KÎSÊ ŞAREDARIYÊ ÇÛN
Di dema paqijkirina herêma ji bo JAVDES'ê re hatiye veqetandin ji aliyê personelên şaredariyê ve hat kirin de, fatûreyên elektrîkê jî ji aliyê Şaredariya Cizîrê ve hat dayîn. Piştî ku qad tahsîsî JAVDES'ê kirin, ev qad jî hat îstîmlaqkirin. Qada herî mezin a bêhnvedanê ya herêmê heta 17'ê Kanûna 2053'an ji ÎMTAŞ Tîcaret A.Ş re hate kirêkirin û peymanek ji 16 xalan hate îmzekirin. Di peymanê de madeyên weke baca paqijkirina hawirdorê, av, elektrîk, gaza xwezayî, lêçûnên sotemeniyê, ronahî, paqijî û hwd hebûn.
PÊŞKEŞÎ ALÎGIRÊN XWE KIRIN
Hevşaredarê Cizîrê Abdurrahîm Dûrmûş da xuyakirin ku qeyûman hemû derfetên şaredariyê dane saziyên alîgir û wiha got: "Sererastkirin, parastina goristanan û karê definkirinê aydî şaredariyê ne. Lê belê parkên li Cizîrê weke milkê xezîneyê hatin nîşandan û pêşî li teserûfa şaredariyê ya li vir hat girtin. Qeyûman ji budçeya şaredariyê ji bo avakirin û sererastkirina parkan pere dan û pêşkeşî alîgirên xwe kirin. Park divê bibin cihên gel û bêhnvedanê, cihên sporê û qadên civakî bi kar bîne, berevajî vê weke qadên bazirganî hatine xebitandin. Bi heman awayî divê paqijî û hemû tiştên din ên parkan ji aliyê emlaqê neteweyî ve bên kirin. Ji bo gel meşdûr nebe şaredarî mesrefan dide.”
'VEGUHERÎ QADA BAZIRGANIYÊ'
Dûrmûş diyar kir ku îstîmlaqkirina qada bêhnvedanê nayê qebûlkirni û wiha got: "Tevî ku fîrma û milkên neteweyî piştî qezenca li vir sûdê werdigirin jî, wezîfeya xwe bi cih naynin. Qeyûmê wê demê Nazli Demir, qada bêhnvedanê li ser navê xezîneyê qeyd kir û 29 salan li ser emlaqa milî ji bo cendirmeyan veqetand. Cendirmeyan jî qad daye kirê û bi vî rengî veguheriye qadeke bazirganiyê."
'WÊ GAVÊN PÊWÎST BÊN AVÊTIN'
Dûrmûş wiha dewam kir: "Li gorî qanûna şaredariyê, divê qadên parkkirinê aydî şaredariyê bin. Mixabin qadên parkkirinê weke herêmên xezîneyê hatine destnîşankirin û pêşî li şaredariyê hatiye girtin ku teserûfê bike. Di vir de divê rewşa îmarê bê guhertin û sererastkirin. Her çend ji bo rewşa li vir bi tendurist were meşandin, rêveberiyên berê der barê terikandina parkan de gav avêtine jî, ji aliyê walîtiyê ve ti bersiv nehatiye dayîn. Ji bo sererastkirina vê şaşîtiyê û parkan tahsîsî şaredariyê bikin dê hemû gavên pêwîst bên avêtin."
MA / Zeynep Durgut