Şandeya Parlamenteran a Ingilistan-YE’yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye

  • rojane
  • 12:04 15 Nîsan 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya Parlamenteran a Ingilistan-YE’yê çû serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi Hevseroka Daîreya Karên Derve ya MSD’ê Îlham Ehmed re hevdîtin kir. 
 
Serdanên Şandeya Parlamenteran a Ingilistan û Yekitiya Ewropayê (YE) yên li Kurdistanê berdewam in. Şandeya ku lord jî di nav de ji 14 kesan pêk tê, şevê din bi Serokwezîrê Herêma Federe ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê PKD’ê Mesûd Barzanî re hevdîtin kir. Piştre jî derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. 
 
BI KONSEYA SURYANAN RE HEVDÎTIN KIRIN 
 
Şandeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ewil bi Nûnerên Konseya Suryanan re civiya û ji aliyê Nûnera Têkiliyên Derve yê Konseya Suryanan Madira Gavriye ve hate pêşwazîkirin. Madira Gavriye, têkildarî rewşa Xiristiyan û Suryanên li herêmê agahî dan û metirsiyên xwe yên têkildarî gefên li ser civakên Xirstiyan anîn ziman û diyar kir ku koçberiya bi komî hê jî dewam dikin. Madira Gavriya bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî û destnîşan kir ku dewleta Tirk bi dewamî ava Çemê Xabûrê qut dike, di encama vê yekê de çem ziwa bûye û zirareke mezin dide debara Suryanan.
 
JI BO DESTÛRA BINGEHÎN DÊ KOMÎTE BÊN AVAKIRIN 
 
Şandeyê piştre jî li Qamişloyê bi Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed re hevdîtin kir û têkildarî geşedanên herêmê yên siyasî, ewlehî û aborî yên dawîn agahiyên berfireh hatin parvekirin. Îlham Ehmed di hevdîtinê de diyar kir ku diyaloga di navbera partiyên siyasî yên Kurd de hê jî dewam dikin û di mijara yekitiyê de hevdîtinên girîng tên kirin. Îlham Ehmed, da zanîn ku wê di 18’ê Nîsanê de konferansek were lidarxistin û piştî vê konferansê wê komîteyeke ku çavdêriya pêvajoya amadekirina Destûra Bingehîn a Sûriyeyê ya nû bike, were avakirin.
 
Îlham Ehmed, bal kişand ser girîngiya beşdarbûna hemû beşên civakê ya ji bo pêvajoya amadekirina Destûra Bingehîn û diyar kir ku wê ji pêkhateyên civakê yên cuda komîte werin avakirin. Îlham Ehmed anî ziman ku avakirina van komîteyan a beriya nivîsandina Destûra Bingehîn pêngaveke mecbûrî ye û qala cezayên DYE’yê yên li hemberî Sûriyeyê kirin û diyar kir ku Rojava jî ji vê rewşê bêpar nîne.
 
‘TIRKIYE RÊ LI BER KRÎZA MIROVÎ VEDIKE’
 
Îlham Ehmedê piştre destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin û da zanîn ku qutkirina çavkaniyên avê ya bi zanebûnî bi taybetî jî li Kantona Hesekê rê li ber ziwabûneke cidî vekiriye û got ku nêzîkî milyonek welatî nikarin xwe bigihînin ava vexwarinê ya paqij. Ehmed, got ku ev êrişên Tirkiyeyê li herêmê rê li ber krîzên mirovî vedikin. 
 
Di berdewamê de Îlham Ehmed rêveberiya Şamê rexne kir û diyar kir ku ev rêveberî bi temamî xwe dispêre îdeolojiya Îslamî û selefî û ji ber vê yekê jî nûnertiya avaniya Sûriyeyê ya pirneteweyî û piçandî nake.  Ehmed, da zanîn ku rejîm li hemberî civaka navneteweyî îmajeke hesas nîşan dide lê belê kiryarên wê ne wisa ne. Îlham Ehmed, herî dawiyê jî bal kişand ser girîngiya amadekirina Destûra Bingehîn a zelal û berfireh ku bibe bingeha hilbijartinên demokratîk û diyar kir ku heya belgeyeke wisa nebe dê di pergala hilbijartinan de tim pirsgirêk rû bidin.
 
Şande dê di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî re jî hevdîtinê bike.