Renée Le Mignot: Modela Rojava hêvî ye

  • rojane
  • 12:11 15 Nîsan 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Renée Le Mignot, diyar kir ku divê pêşeroja Sûriyeyê radestî dîktatoriya Îslama tundrew neyê kirin û got: “Modela Rojava ji bo Sûriye û Rojhilata Navîn mînakeke bêhempa ye.” 
 
Hevseroka Tevgera Dostaniya Navbera Gelan û Têkoşîna li dijî Nijadperestiyê (MRAP) a navenda wê li Fransayê ye Renée Le Mignot têkildarî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û modela li wir hatiye avakirin, ji ANF’ê re nirxand. 
 
Renée Le Mignot anî ziman ku piştî hilweşîna rejîma Esad li welêt guhertineke mezin nebû û destnîşan kir ku berevajî bendewariyan komkujiyên li welêt û hebûna mêtingeriyê ya welatên biyanî ya li Sûriyeyê dewam kir. Renée Le Mignot bi bîr xist ku dewleta Tirk ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê û vir ve li hemberî Rojava polîtîkayeke dijminane meşand û got: “Êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê hem sûcê şer e hem jî sûcê li dijî mirovahiyê ye. Weke ku li Dadgeha Gelan a Rojava bi belgeyan hate destnîşan kir, dewleta Tirk li Rojava yekser êrişê dibe ser sivîlan. Di serî de jin, zarok û malbat mirovên sivîl têne qetilkirin. Tirkiye ne tenê êrişî sivîlan dike, di heman demê de xwedî wê nêtê ye ku sîstema civakî ya li Rojava bi temamî tine bike. Windakirin, koçberkirina bi zorê, ev hemû dikevin ber sûcên şer. Tunekirina çand û civakekê bi zanebûn sûcekî li dijî mirovahiyê ye."
 
'EM TÊDIKOŞIN KU PKK JI LÎSTEYA TERORÊ WERE DERXISTIN’ 
 
Renée Le Mignot helwesta Ewropayê ya li hemberî dewleta Tirk rexne kir û anî ziman ku rêveberên Ewropî serî li ber şantajên Serokkomarê Tirk Erdogan ditewînin. Renée Le Mignot, wiha domand: “Beriya niha tev li wan dadgehan bûbûm ku sûcên Tirkiyeyê yên li hemberî gelê Kurd dihate darizandin. Di vir de encamên têkildarî PKK'ê ji bo me girîng bû. Dadgeh bûyerên di navbera PKK'ê û Tirkiyeyê de diqewimin weke şerekî çekdarî dibîne û bi şênberî nîşan dide ku PKK hurmetê nîşanî Peymanên Cinevê dide. Ya ku li Rojava û parçeyên din ên Kurdistanê li gorî vê peymanê tevnagere dewleta Tirk bi xwe ye. Dema ku ev li ber çavan bê girtin, weke tevger em ji Fransayê dixwazin ku PKK'ê ji lîsteya 'terorê' derxîne.
 
EWROPA SERÎ LI BER ŞANTAJÊ DITEWÎNE
 
Li gel vê rastiyê jî gelê Kurd her tim ji berjewendiyên aborî û polîtîk re dibe qurban. Helwesta Ewropayê bi taybetî pêwendiya xwe bi şantaja Tirkiyeyê ya li ser koçberan heye. Tirkiye dibêje, 'Heke hûn binpêkirinên mafên mirovan şermezar bikin, ez ê sînoran vekim û hûn ê ji aliyê koçberan ve bêne dagirkirin.’ Ev yek derewek e. Wekî din, ji bo berpirsyariyeke exlaqî ye ku deriyên xwe li mirovên ji şer û dîktatoriyê direvin re vekin. Ya ku Tirkiye dike şantaj e û Ewropa jî serî li ber vê şantajê ditewîne."
 
‘MODELA ROJAVA DIVÊ WERE PARASTIN’ 
 
Bi domdarî Renée Le Mignot destnîşan kir ku Tirkiye dixwaze sîstema Rojava tune bike ku ji bo demokrasiya Rojhilata Navîn modeleke bêhempa ye û ev nirxandin kir: “Modela Rojava ji bo demokrasiyê, jiyana bi hev re, mafên hindikahiyan -çi çandî çi jî civakî- mînakeke cihê hurmetê ye. Wekheviya jin û mêr jî gelekî girîng e. Li herêmekê ku tundiyeke gelekî giran li jinan tê kirin, li Rojava mafên wekhev û azadiya jinan bi ratî jî ji bo tevahiya herêmê mînakek e. Hebûna şervanên jin a li Rojava nîşaneya herî baş a hêza jinê ye. Mafên ku jin li vê herêmê xwediyê wan e, bi rastî jî awarte ye. Rojava di heman demê de tecrûbeyeke ekolojîk û civakî ye. Her çend hilweşîn lê tê ferzkirin jî ev sîstem ji bo Rojhilata Navîn mînakeke bêhempa ye û hem ji aliyê mirovî hem jî ji aliyê siyasî ve divê teqez bê parastin."
 
'PÊŞEROJA SÛRIYEYÊ GIRÊDAYÎ MODELA ROJAVA YE’ 
 
Renée Le Mignot diyar kir ku rêxistina cîhadîst HTŞ a li Sûriyeyê bûye desthilatdar ji bo paşerojê metirsiyeke mezin e û anî ziman ku modela Rojava ji bo tevahiya pirsgirêkên li Sûriyeyê dikare bibe çareserî. Renée Le Mignot, axaftina xwe wiha qedand: “Bi hilweşîna rejîma Esad re kêfa gelek mirovan hat lê belê li şûna dîktatoriyeke laîk eger dîktatoriyeke Îslamî bê, me li Îranê dît bê ev yek rê li ber çi vedike. Lewma heta li desthilatdariyê Îslamiyên radîkal hebin wê, em ê nikaribin baweriya xwe bi sîstema li Sûriyeyê bê avakirin bînin. Lê belê eger modela Rojava esas bê wergirtin, Sûriyeyeke demokratîk ava bibe, sîstemeke ku mafên Kurdan û hindikahiyên din nas dike ava bibe, ev yek ji bo Sûriyeyê bi rastî jî dikare bibe hêvî."