Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hedefên xwe aşkera kir

  • rojane
  • 12:40 15 Nîsan 2025
  • |
img
AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê di pêvajoya pêş de Pergala Rêya Hesinî ya Sivik, Navenda Zanistê ya El Cizîrî, Febrîqeya Nan a Gel û projeyên Sporparkê bixe meriyetê. 
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê projeyên xwe yên ji hilbijartinên 31’ê Adara 2024’an heta niha xistin meriyetê û yên ku dê di pêvajoya pêş de bên bicihanîn aşkera kir. Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, li Sakli Konak a li navçeya Sûrê bi rojnamegeran re diviyan. Hevşaredaran gotin ku ji qeyûm 3 milyar û 73 milyon û 996 hezar û 173 TL deyn dewr girtine û ji deynê heyî heta niha tenê milyarek 883 milyon û 206 hezar û 763 TL mane (28’ê Adara 2025’an) 
 
Serra Bucak, diyar kir ku ji bo Amedê “saleke dîrokî” li pey xwe hiştine û got ku bêyî bikevin fikara tayînkirina qeyûm xebatên xwe domandine. Serra Bucak, got: “Amed pir baş xwedî li hevşaredar û endamên meclisê derket. Herî zêde jî xwedî li çanda demokrasî, aştî û pêkvejiyanê derket. Me di salekê de qonaxên avakirin û amadekariyên projeyan li pey xwe hiştin. Di van 4 salên din de em ê xebatên xwe yên ji bo pêşvebirina Amedê bidomînin.” 
 
‘ALÎKARIYA GEL KÊM NEBÛ’
 
Dogan Hatun jî ev tişt anî ziman: “Hêvîdarin serdema pêş bi aştiyeke birûmet derbas bikin. Dê xebatên me jî di vê çarçoveyê de baştir bibin. Daxwaza me ya xizmetê didome. Gelê me piştgiriya xwe tu caran kêm nekir. Em spasiya wan tevan dikin.” 
 
XEBATÊN SALEKÊ Û PROJEYÊN DEMA PÊŞ
 
Metna şaredariyê ya bi sernavê “Ji cihê ku em lê mane em bi hev re ava dikin” ku xebatên salekê vedibêjin wiha ye: 
 
“Di hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê 2024'an de, me bi piştgiriya %65 a gelê Amedê li 8'ê Nîsanê erênameyên xwe girtin û me mil dan hev da ku sozên ku me berî hilbijartinan dabûn gelê xwe bi cih bînin.
 
Îro, em ê wêrankariyên qeyûman a 8 salan û astengên bûrokratîk ku piştî hilbijartinan bi Giştînameya Tedbîrên Kêmkirina Mesrefan a Serokomariyê ku destê me girê daye, nexin rojeva xwe.
 
Bêyî ku em tu mahne û sedemê pêşkêş bikin, em ê tiştên ku me di salekê de kirine, yên ku me nikariye bikin û tiştên ku em ê di pêşerojê de bikin bi we re parve bikin.
 
Wekî şaredariya 12'emîn a bajarê mezin a Tirkiyeyê, bi bûdceya me ya 16 milyar TL ji bo sala 2025'an, em li ser 15 hezar 272 kîlometreçargoşe qada xizmetê ku 17 navçe û hezar û 47 tax dihewîne, bi 4 hezar û 150 karmendî xizmetê pêşkêşî milyonek û 843 hezar û 871 welatiyên xwe dikin.
 
Her çiqas li gorî serjimara nifûsê em şaredariya 12'emîn a bajarê mezin bin jî, ji aliyê rûbera erdê ve em di rêza 10'emîn de ne. Çima em vê dibêjin? Ji ber ku bûdceya ku ji Banka Bajaran ji bo şaredariyan tê veqetandin, li gorî rêjeya nifûsê tê hesabkirin. Lê belê rêveberiyên herêmî, di gel rêjeya nifûsê, di xizmet û projedanînên xwe de rûbera erdê jî esas digirin.
 
Bi gotineke din, Kocaelî ku nifûsa wê 2 milyon û 130 hezar e, bi para ku ji Banka Bajaran distîne xizmetên bingesazî û seresaziyê pêşkêşî qada 3 hezar û 397 metreçargoşe dike, em bi nifûsa milyonek û 843 hezar û 871 kesî, bi para kêmtir, xizmetê dibin qadeke 15 hezar û 272 kîlometreçargoşe.
 
Wek mînak, xeta şebekeya avê ya vexwarinê, xeta kanalîzasyonê û rêyên ku li bajêrê me kêm in, ji qada xizmeta Kocaeliyê gelek zêdetir in.
 
Ancax ji bo me prensîba bingehîn, paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinan a partiya me ye.
 
Bi tevgera li gorî van prensîban, em ji roja ku em hatin hilbijartin û pê ve bi hişmendiya pêşkêşkirina xizmeteke wekhev, dadmend û gihîştbar ji her takekesî re xebitîn. Em tu carî ji polîtîkayeke zelal û beşdarîdar a demokratîk a ku li ser agahiya pêbawer, şefafiyeta malî û hesabdayînê disekine, destberdar nebûn.
 
Wek karê ewil, di çarçoveya Plana me ya Stratejîk a ku me bi awayekî berfireh û hûrgilî amade kiriye de, me kombûnên koman ên fokusê û nîqaşên berfireh bi rêxistinên civaka sivîl re li ser her mijarê têkildarî bajêr li dar xistin.
 
Di vê pêvajoyê de, me dawetname ji 1046 muxtarên taxan re şandin û dîtin û pêşniyarên wan girtin. Bi anketa ‘Bandora Xizmetan Li Ser Civakê’ me serî li ramanên 2 hezar û 300 hemşehriyên xwe dan, bi piştevanên xwe yên hundirîn û derve re anket li dar xistin û bi daneyên ku me bi dest xistin, me armancên pîvanbar û berdewambar diyar kirin.
 
Baş e, me çi çawa kir? Me salek xwe çawa nirxand, me bûdceya xwe çawa dabeş kir?
 
Me bi mirov wekî subjeyê girtinê, bi hesabkirina eko-sîstemê, xebatên ku wê mafê her zindiyekî biparêzin meşandin. Me stratejiyeke rêveberiyê ya ku newekhevîyê, cudakarîyan, astengî, xizanî, bêkarî, stargehî, tenduristî û perwerdehiyê li ber çav digire, şopand.
 
Di vê çarçoveyê de, li gorî qeydên muhasebe û bûdceyê (Tabloya Malî) yên bi tarîxa 31.12.2023'an, hejmara giştî ya deynên kurteroj û dirêjroj ên dezgeha me wek 3 milyar û 73 milyon û 996 hezar û 173 TL hatiye diyarkirin.
 
Me bara deynî kêm kir: Ji bo çareserkirina rewşa neyînî ya ku ji aliyê malî ve pêk hatiye, bi saya polîtîkayên malî yên ku me pêk anîn, me stoka deynê xwe (li gorî bilançoya bi tarîxa 28.03.2025'an) daxist 1 milyar û 883 milyon û 206 hezar û 763 TL'yê. Ev tê wateya kêmbûneke 1 milyar û 190 milyon û 789 hezar û 410 TL ji deynê giştî yê dezgehê. Digel vê jî, hin rexne bi şêweya "Ma ji we re ma ku hûn deynê qeyûman bidin?" tên kirin. Lê belê divê neyê jibîrkirin ku çêbûna barên deynên mezin, dibe sedema pirsgirêkên cidî ku wekheviyên bûdceyê xerab dikin û astengî li ber armancên mezinbûna stratejîk a dezgehê çêdikin.
 
Me di wekheviya zayendiya civakî de ferq çêkir: Bûdceya 21 milyon û 835 hezar TL ku di 2024'an de ji bo Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê hatibû veqetandin, îsal me sê qat zêde kir û derxist 72 milyon û 450 hezar TL.
 
Em ji bo bajarekî gihîştbar xebitîn: Bi avakirina Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Pîran, cara yekem bûdceyeke 77 milyon û 350 hezar TL ji bo xebatên vê qadê hat veqetandin.
 
Em ciwanan girîng dibînin: Ji bo piştgiriya pêşveçûna fîzîkî, çandî û civakî ya ciwanan, me çalakiyên cûrbicûr ên ciwan û sporê li dar xistin. Hûn dikarin xwe bigihînin hûrgiliyên çalakiyan di raporên Serokatiya Daîreyê de.
 
Em ne tenê wek zarok nêzî zarokan bûn, lê wek takekes nêzîk wan bûn: Di gel Festîvalên Zarokan, Programên Kontrola Tenduristiya Zarokan, Piştgiriya Psîko-Civakî, Pirtûkxaneyên Zarokan û pirtûkan, me hewcedariyên perwerde û lênêrîna zarokên malbatên ku dahatê wan kêm e jî peyda kirin.
 
Me pêşîne da têkoşîna li dijî xizaniyê: Li bajarê me ku xizanî, hejarî û bêkarî belav e, me girîngiyeke mezin da bûdceya ku ji bo alîkariyên civakî tê veqetandin. Di vê çarçoveyê de, me bûdceya alîkariya civakî ya ku di 2024'an de 223 milyon û 150 hezar TL bû, di 2025'an de nêzîkî du qat zêde kir û derxist 441 milyon û 50 hezar TL. Her wiha, me lîsteyên alîkariya civakî yên ku di serdema qeyûman de bi awayekî neheq û bêdadî hatibûn çêkirin, nû kirin û pereyê gel gihand wan kesên ku bi rastî hewceyê wê ne.
 
Em bawer dikin ku ev proje û pêkanîn ne tenê ji aliyê aborî ve, her wiha ji aliyê aştiya civakî ve jî xwedî girîngiyeke mezin in.
 
Me gepê nanê xwe parve kir, em bi hev re mezin bûn: Ji bo ku gelê me yê ku roj bi roj xizan dibe bikaribe bi bihayên guncav xwarinê bixwe û bigihêje xwarineke saxlem û hevseng, me 3 Xwaringehên Gel vekirin. Tenê li hemberî 70 TL me 4 cure xwarin pêşkêş kirin û em gihîştin 300 hezar kesan. Em biryardar in ku têkoşîna xwe bi Kargeha Nanê Gel berdewam bikin.
 
Me tenduristiya gel parast: Bi taybetî ji bo jin û kesên kêmdahat, me bi armanca ku her kes bikaribe bi hêsanî bigihêje xizmetên tenduristiyê, bi tevahî bi Şaredariya Baxlarê re Navenda Tenduristiyê ava kir. Her wiha, ji bo xurtkirina xizmetên di qada tenduristiyê de, bûdceya tenduristiyê ya 199 milyon û 500 hezar TL a 2024'an, nêzîkî du qat hat zêdekirin û bû 327 milyon û 950 hezar TL.
 
Em jiyan, zindî û xwezayê diparêzin: Me girîngiyeke mezin da xizmetên agirkujiyê ku qada xizmeteke jiyînê ye. Di demên dawî de li bajarê me, bi taybetî di bûyerên ku ji telên elektrîkê û şewatên kayê çêdibin de, hatiye dîtin ku dezgeha agirkujiyê ya heyî têr nake. Ji ber vê sedemê, ji bo xurtkirina kapasîteya dezgehî ya rêxistina me ya agirkujiyê, me bûdceya sala 2024'an ji 42 milyon û 525 hezar TL nêzîkî 10 qat zêde kir û derxist 406 milyon û 600 hezar TL.
 
Em ji bo veguhastina ewle û rêwîtiya rehet a ku tê heqkirin xebitîn: Ji bo çareserkirina pirsgirêka veguhastina bajêr a ku demeke dirêj e hatiye ihmalkirin û her ku diçe mezin dibe, 49 otobusên nû ji bo fîloya me ya otobusên heyî hatin kirîn û deynên wan qediya. Her wiha, em gihîştine dawiya xebatên ku me ji bo destpêkirina avakirina Projeyê me ya Pergala Rêya Hesinî ya Sivik ku wê veguhastina bajêr bi qasekî mezin rehet bike, meşandine.
 
Me rûyê bajêr guherand: Bi berçavgirtina tehdîdên hawîrdorê wek guherîna avhewayê û kêmbûna çavkaniyên avê, bi armanca baştirkirina tenduristiya gel û dewlemendkirina jiyana civakî, me li bajarê xwe projeyine li qadên hêşîn ên nû ku mirov dikarin lê bileyizin, bihewin û demeke xweş derbas bikin, kir. Ji ber vê sedemê, bûdceya Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan a ku di 2024'an de 567 milyon û 350 hezar TL bû, di 2025'an de bû 735 milyon û 950 hezar TL.
 
Me hevsengiya ekolojîk li ber çav girt: Dezgeha me ya ku armanca avakirina qadên jiyanê yên berdewam bêyî zirardayîna xwezayê, bi parastina çavkaniyên xwezayî û piştgiriya ekosîstemê heye; bi projeyên dostên zindiyan, hem di asta takekesî hem jî di ya civakî de armanca kêmkirina bandorên hawîrdorê heye. Ji bo ku ev têgihiştina me bibe beşek ji xizmetên dezgehê, bûdceya 288 milyon TL a ku di 2024'an de hatiye xerckirin, di 2025'an de hat bilindkirin bo 366 milyon û 135 hezar TL.
 
Me stêla di navbera gundan û bajêr de kêm kir: Me bi projeyên curbecur ên ku me ji bo piştgirîdana pêşketina aborî û civakî ya li herêmên gundî dane destpêkirin, hewl da ku kalîteya jiyanê li herêmên gundî bilind bikin û pêşketina gelê herêmî teşwîq bikin. Me ji malbatên ku bi cotkarî û xwedîkirina heywanan re mijûl dibin re piştgiriyên curbecur pêşkêş kirin. Em berdewam dikin ku pêşengiyê bidin xebatên komûn û kooperatîfan.”