DEM Partî: Em bi coşa 8’ê Adarê û Newrozê biherikin qadên 1’ê Gulanê

  • rojane
  • 13:29 15 Nîsan 2025
  • |
img
ENQERE - DEM Partiyê ji rêxistinên xwe yên bajar û navçeyan re giştînameya 1’ê Gulanê ya “Ji bo azadiya kedê û civaka demokratîk” şand û got: “Em bi coşa 8’ê Adarê û Newrozê li qadan bin.” 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi boneya 1’ê Gulanê Roja Kedkar û Karkeran ji hemû rêxistinên xwe yên bajar û navçeyan re giştînameyek şand. Di giştînameya bi sernavê “Ji bo azadiya kedê û civaka demokratîk ber bi 1’ê Gulanê ve” de gelek çalakiyên weke pankart, belavkirina belavokan, serdanên karkerên li kargehan û li ber xwe didin, civînên bi gel re, serdanên malan, şahî û panelan hatin rêzkirin. 
 
Hat xwestin ku tevahiya rêxistinên bajar û navçeyan bi awayekî xurt tev li çalakiyên 1’ê Gulanê bibin. Di giştînameyê de bal kişand ser êrişên pergala kapîtalîst ên li ser karker, jin, ciwan û xwezayê û wiha hate gotin: “Bi cisareta 8’ê Adarê û bi coşa Newrozê em li qadên 1’ê Gulanê bin.” 
 
Bi domdarî hat destnîşankirin ku pergala kapîtalîzmê tehekûma xwe li ser bedena jinê ava dike û keda jinê dixwe û wiha hate gotin: “Kedkar, ciwan, jin, penaber û zarok kiriye hedefa pergalê. Li dijî vê rewşê em ê li qadên 1’ê Gulanê nerazîbûna xwe mezin bikin.” 
 
BAL KIŞAND SER BANGA OCALAN
 
Di heman demê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di giştînameyê de cih girt. Hat gotin ku banga hatiye kirin ji bo xurtkirina tifaqa dîrokî ya gelên Kurd û Tirk e û wiha domiya: “Pergala kapîtalîst, parçekirina tifaqa dîrokî ya gelan ji xwe re esas girtiye. Banga birêz Ocalan, hewldana ji bo avakirina tifaqa gelan a li ser bingeha wekhevî û demokrasiyê ye.” 
 
BANGA TEVLIBÛNA LI KURDISTANÊ 
 
Giştîname, wiha bi dawî bû: “Mîna li Rojava, li Kurdistanê jî ji bo 1’ê Gulanê divê amadekariyên xurt bên kirin, divê mitîngên 1’ê Gulanê xurt û bicoş derbas bibin. Ji bo vê jî divê tevahiya rêxistinên me yên bajar û navçeyan bi hevkariya Hêzên Ked û Demokrasiyê xebatan bimeşînin. Em ji cînayetên kar, bêtemînatiyê, newekheviyê û polîtîkayên şe re dibêjin êdî bes e. Em ê bi cisareta 8’ê Adarê û bi hêviya Newrozê daye li qadên 1’ê Gulanê bin.” 
 
MA / Selman Guzelyuz