‘Bi veguherîna civakê re dikare pêşiya tundiya ser jinan were girtin’

  • rojane
  • 10:39 14 Îlon 2025
  • |
img
AMED - Seroka DAKAHDER’ê Asli Pasînlî, diyar kir ku yek ji sedema zêdebûna komkujiyên jinan, polîtîkaya necezakirinê ye û got: “Gelek jinên ji bo wan biryara parastinê hatiye dayin, hatin kuştin. Pêşîlêgirtina vê, bi veguherîneke civakî pêkan e.” 
 
Li Kurdistan û Tirkiyeye cînayet û tundiya li dijî jinan her ku diçe zêde dibe. Li gorî daneyên JINNEWS’ê, di meha Tebaxê de 28 jin û 5 zarok hatin qetilkirin û 25 jin û 7 zarokan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Seroka Komeleya Piştevaniya bi Rewşa Jinê (DAKAHDER) parêzer Asli Pasînlî, diyar kir ku sedema zêdebûna komkujiyên jinan û cînayetan, fesixkirina Peymana Stenbolê û cîbicînekirina qanûnan e. 
 
KUJER ZILAMÊ HERÎ NÊZ E 
 
Asli Pasînliyê, da zanîn ku cînayetên li dijî jinan di sala 2024’an de ji sedî 82 zêde bûne û got: “Ji sedî 57’ê komkujî û tundiya li dijî jinan, di malan de çêdibin. Ev jî vê nîşanî me dide, mal veguherîne qadên qetilkirina jinan. Piraniya van cînayetan jî ji hêla hevjîn, bav, bira û hwd. ve tên kirin.”
 
JIN NAYÊN PARASTIN 
 
Asli Pasînliyê, got ku tundiya li dijî jinan a li Tirkiyeyê girêdayî polîtîkayên di meriyetê de ye û wiha pê de çû: “Di mijara newekheviya zayenda civakî de Tirkiye, di nava 149 welatan de di rêza 147’an d welatan de di rêza e’an de ye. Di esasê xwe de ev yek nîşanî cîhanê dide ka pirsgirêka me çi ye. Em dixwazin Peymana Stenbolê û Qanûna hejmar 6284’ê dîsa bikeve meriyetê. Tevî biryarên parastinê jî jin tên qetilkirin. Ev jî nîşan dide ku qanûn nayên cîbicîkirin. Ji ber polîtîkaya necezakirinê, cînayet weke mirinên biguman tên qeydkirin. Lêbelê divê bên lêkolînkirin.”
 
Asli Pasînliyê, got ku li şûna qetilkirina jinan bertek li dijî şêweyê qetilkirinê tên nîşandan û ev tişt anî ziman: “Divê bertek ne li dijî rêbaza qetilkirinê, li dijî qetilkirinê be. Divê civak di vê mijarê de baş were têgihandin. Di vê mijarê de berpirsyartî dikeve ser milê çapemeniyê. Rev, dîmenê jinê ji kuştina wê bêhtir derdixin pêş. Lewma divê em tundî û cînayetên li dijî jinan weke pirsgirêkeke civakî bibînin da ku bi veguherîneke civakî em bikarin bi hev re rê li ber bigirin.” 
 
‘DIVÊ QANÛNÊN HEYÎ BÊN CÎBICÎKIRIN’
 
Asli Pasînliyê, da zanîn ku herî zêde rêxistinên jinan li dijî komkujî û tundiya li dijî jinan têdikoşin û axaftina xwe wiha qedand: “Lewma îktîdar wan hedef nîşan dide. Heke yasa hebin, yên ku dê wan bicih bînin ne saziyên jinan lê dewlet e. Li vî welatî pirsgirêkek dibe tên li ser diaxivin. Lê çima têkildarî jinên tên kuştin yek gotin nayê kirin. Dema jinek tê qetilkirin jî ji peyva jinê zêdetir meseleya malbatê derdixin pêş. Îktîdar, polîtîkayên pêşiya cînayetên jinan bigire naxe meriyetê û ev jî helwesta hiqûq û polîsan jî diguherîne. Ji bo veguherîneke civakî, pêdivî bi vê heye. Bi her gotin û erêkirina xwe em hêzê didin faîlan. Divê di serlêdanên sûc û di bûyerên tundî û tacîzan de îfadeya jinan esas were girtin. Bi veguherîneke civakî dikare pêşiya van komkujiyan were girtin.” 
 
MA / Heval Onkol