ENQERE - Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, diyar kir ku di çareserkirina demokratîk a pirsgirêka Kurd de Ocalan aktoreke polîtîk ê bingehîne û wiha got: "Divê Ocalan bêguhdarkirin. Heya ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, Tirkiye nikare nefesê bigire."
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Ebrû Gunay, li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Gunay, di civînê axivî û diyar kir ku pirsgirên siyasî, civakî û aborî yên Tirkiyeyê giran dibin.
Gunay, bal kişand ser nêzikatiya desthilatdariyê û wiha got: "Em hemû ji nêz de dibînin, pirsgirêkên Tirkiyeyê yên siyasî, aborî û civakî mezin dibin. Hişmendiya vê desthilatdariyê, van pirsgirêkan mezin dike. Ji bo ku desthilatdariya xwe ya mûtleq dewam bike, welat dixe nava agir û ber bi zinaran ve dibe."
OCALAN GUHDAR BIKIN
Gunay destnîşan kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan muxatabê bingehîn ê meseleya Kurd e û wiha pê de çû: "Ocalan ne tenê girtiyeke ku divê mafên wî yên hiqûqî bên dayin. Ocalan di çareseriya demokratîk a meseleya Kurd de û di avakirina Komara Demokratîk de, aktorekî polîtîk ê bingehîn e ku divê bê guhdarkirin." Gunay, diyar kir ku asta neçareseriyê ya meseleya Kurd û bi vê ve girêdayî sîstema êşkence û tecrîdê ya li ser Ocalan ne tenê nayê qebûlkirin, di heman demê de gihîştiye wê astê ku metirsîdar bûye.
Gunay, di dewama axaftina xwe de wiha got: "Yên ku ji bo xatirê dengan siyaseta qirkirinê ya AKP-MHP'ê ya li dijî Kurdan dipejirînin, divê zanibin ku bi tasfiyekirina destketiyên demokratîk ên Kurdan re ne tenê siyaseta Kurd a demokratîk wê winda bike. Polîtîkaya tecrîd, qeyûm û tasfiyekirinê ya li ser gelê Kurd û Ocalan, eger berxwedana Kurd a demokratîk têk bibe, wê welat bibe qadeke welê ku rejîma yek şexsî heta bi hetayê lê serwer be. Ocalan ji bo vê hemû beşan vedixwîne cîdiyetê.
Dîrokê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û têkoşîna demokrasiyê ya gelên Tirkiyeyê ti carî ewqasî neçarî hev nehiştibû, çarenûsa wan ewqasî hevpar nekiribû. Lewma di rewşa heyî de rabûna li ber sîstma êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê tê wateya xwedîderketina li paşeroja demokratîk a hevpar. Têkoşîna ji bo pêkanîna hiqûqê li Îmraliyê, wê bibe têkoşîna sererastkirina hiqûqê li welêt."
'EM DESTHILATDARIYÊ HIŞYAR DIKIN'
Gunay, anî ziman ku desthilatdarî baş zane heta ku têkoşîna rêxistinbûyî ya gelê Kurd tasfiye neke wê nikaribe xwe mayinde bike, lewma bi vî rengî tevdigere û bilêv kir: "Polîtîkayên li ser Birêz Ocalan û gelê Kurd tên meşandin gelekî metirsîdar in û em hişyariyê didin desthilatdariyê."
Gunay, got, "Bi navê HDP'ê, di serî de tecrîda li Îmraliyê em ti nêzîkatiyeke ji rêzê qebûl nakin. Wezîfeya muxalefetê ne ew e ku hînî pirsgirêkan bibe û bi rengekî normal pêşwazî bike. Wezîfeya muxalefetê çareserkirina pirsgirêkan e."
'EM TECRÎDÊ QEBÛL NAKIN'
Ebrû Gunay, destnîşan kir ku hêza wan heye ku pirsgirêkên civakî hemûyan çareser bikin û wiha bi dawî kir: "Em bang li her kesên pêwendîdar dikin ku bi rengekî cidî nêzî meseleyan bibin. Em bang li hêzên demokrasiyê jî dikin ku di xeta rêya sêyemîn de di têkoşîna siyasî civakî de bibin hev. Gelê Kurd û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê yên xwedî wijdan vê polîtîkaya dijminane û tecrîdê qebûl nakin û di her şert û mercî de wê nîşan bidin ku vê qebûl nakin."