Sancar: Tişta ku îqtidarê li ba hev digire dijminatiya kurdan e

img

WAN - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar li Wanê axivî û destnîşan kir ku kesên li ser sînorê Colemêrgê tên kuştin di encama dijminatiya kurdan de pêk tên û got: “Niha tişta ku şirîkatiya îqtidarê li ba hev digire, dijminatiya kurdan e.” 

 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar li avahiya rêxistina partiya xwe ya Wanê civîna çapemeniyê li dar xist. 
 
SERDANA ŞEMZÎNANÊ 
 
Sancar di civînê de bal kişand ser serdana xwe ya duh li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê û wiha axivî: “Em duh li Şemzînanê bûn. Em ji wir jî hatin Geverê. Pêşwazîkirina dilgeş a xelkê me, em kêfxweş kirin. Xwezî me dikaribûya van civat û serdanên ji bo xelkê zêdetir bikira. Ji niha şûn ve ji bo em kêmasiyên temam bikin, hin bêtir bixebitin. Em ê li her deverê van serdenan berdewam bikin û em ê xurt bibin. Em ji bo piştevaniya xelkê me yê ji bo kuştina sivîlan têkoşîna edaletê dide, çûn serdana Şemzînanê.” Sancar anî ziman ku her çiqas Wezîrê Karên Navxweyî bêje di serdema wan de kiryarên nediyar neqewimîne jî lê Colemêrgê ev yek xwe dide nîşandan û kiryarên nediyar pêk tên. 
 
‘SIVÎL TÊN KUŞTIN’ 
 
Sancar di derbarê kuştina sivîlan de wiha got: “Soylû dibêje ku îşkence û bûyerên kiryar nediyar pêk anyên. Tenêli Colemêrgê di çend salên dawî de yanî di serdema wezîrtiya wî de 3 jê zarok 15 kesan di encama gulebarana esker û polîsan de jiyana xwe ji dest dane. Di vê pêvajoyê de 17 kes jî birîndar bûn. Walî van kuştinan bi navê ‘bazirganiya sînor’ eşkere dike. Em sla 2016’an bînin bîra xwe, li navenda Geverê bi maşîneya zirxî 4 welatî gulebaran kirin û hatin kuştin. Çar roj berê li Rûbarokê şivanek hat birîndarkirin. Em sedemên van bûyeran jî çavkaniya wan jî baş dizanin. Kurdan wek ku mafê wan parastinê nîne dibînin û ji bo ji hiqûqê sûdê wernegirtin dibînin. Bi qasî serê derziyê jî hiqûqê ji kurdan re zêde dibînin. Di esasê xwe de ev pergal li ser bijminatya kurdan hatiye avakirin. Niha tişta ku şirîkatiya îqtidarê li ba hev digire, dijminatiya kurdan e. Êrişên bi OHAL’ê zêde bûn, bêserûber bûne. Tişta ku jê re dibêjin sînor, xelkê me yê kurd ji hev belav kiriye. Navê vî sînorî dabeşkirina kurdan e. Li aliyê din ên sînoran xizmên kurdên bakûr hene. Dema diçin serdana xizmên xwe û li gel xwe tiştekî tînin dibin armanca êrişan û di çavê gelê me de derdixin.
 
ÎŞKENCE LI HER DEVERÊ BELAV KIRIN E 
 
Wan yek ji navenda van kuştinan e. Me 33 Gule ji bîra nekiriye. Me Roboskiyê ji bîra nekiriye. Ji kesên tên kuştin redibêjin ‘terorîst’. Ji bo xwe derxin paqijiyê û ser sûcên xwe bigirin, van hêcetên bêbingeh nîşan didin. Em vê fêm dikin ku bersiva çareserkirina pirsgirêka kurd bi polîtîkayên înkar, îmha û şer didin. Dema ev konspet bikeve dewrê kuştin, kuştinên bêdaraz, îşkence û her cûre muameleya xerab tê kirin. Sûsûrlûk yek ji tabloya li ber çavê me ye. Tam jî kojnsepta 93’yan jê derket holê. Ew polîtîkaya şerê giştî ya li dijî kurdan bû. Bi hezaran gund hatin şewitandin û hilweşandin. Bi milyonan însan koçber bû. Bi hezaran însan hatin windakirin û kuştin. Îşkence li her deverê belav kirine. Ji b ovan qirêjiyên xwe bidomînin jî pêdiviya wan bi têkiliyên qirêj hene. Di nava dewletê de rêxistinên deryasayî ava dikin, bi mafyayê re kar dikin. Lê ne mimkin e bi awayek din şer bi rê ve bibin.”