ENQERE - Siyasetmedarê kurd Sirri Sakik diyar kir ku ji destpêka Tirkiyeyê heta niha sûîkastên siyasî hene û mûxalefet dîsa bi şens e, berî ku îstîxbarat were kurd dihatin înfazkirin.
Gotinên Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû yên “Fikara min heye ku wê cînayetên siyasî çêbin” ku di 6’ê Cotmehê de li Mêrsînê gotin di rojeva siyasetê de ne. Piştî ku Serokkomarê AKP’î Tayîp Erdogan, di demên dawî de muxalefet hedef nîşan da, hem CHP’ê hem Partiya ÎYÎ anîn ziman ku agahiyên “sûîkastên siyasî” ji wan re tên. Desthilatê ev îdia red kirin lê rêveberê çete yên girêdayî dewletê Sedat Peker daxuyand ku lîsteyên kuştinê tên amadekirin.
Meseleya “sûîkastên siyasî” ji destpêka Komara Tirkiyeyê ve ji bo ku siyaset were dizaynkirin, civak were tirsandin, rêbazên ku xistine meriyetê ne. Di salên 1990’î ku herî zêde ev rêbaz hat bikaranîn de siyasetmedarên kurd, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û welatiyên sivîl hatin qetilkirin.
Dema ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê û 1'ê Mijdarê yên sala 2015'an de komkujiyên bi destê DAIŞ'ê hatin kirin, hêj di bîra mirovan de cihê xwe digire, Serokkomarê AKP’î Erdogan, muxalefet kir hedef û got, "Ev rojên we yên baş in, hêj dê çi were serê we” dûvre jî di êrişa li dijî Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê de Denîz Poyraz hat qetilkirin, kesên xwe wek polîs dan nasîn xwestin bi darê zorê bikevin mala Wekîlê HDP'ê yê Edeneyê Tûlay Hatîmogûllarî û kiryar hê jî nehatine dîtin, ev qewimandin îdiayên cînayetên siyasî xurttir dike.
Siyasetmedarê kurd Sirri Sakik, meseleya sûîkastên siyasî û helwesta muxalefetê ji ajansa me re nirxand.
‘ÎSTÎXBARAT JI WAN RE DIÇE, EM TÊN ÎNFAZKIRIN’
Sakik, daxuyaniyên têkildarî sûîkastên siyasî yên muxalefetê bi bîr xist û wiha got: “Ji destpêka Komara Tirkiyeyê ve cînayetên siyasî didomin. Ew dîsa bi şens in. Ji ber ku berî ku îstîxbarat ji me re were em dihatin û tên înfazkirin. Îstîxbarat ji wan re diçe, em tên înfazkirin. Ji Mûstafa Sûphiyan heta Eşref Bîtlîsî gelek sûîkastên siyasî pêk hatin. Lê bi taybetî ji salên 1990’î ve sûîkast li kurdan, li siyasetmedarên ji kevneşopiya HEP’ê tên hatin kirin. Parlementer, serokên navend û navçeyan, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl hatin qetilkirin. Di demê desthilatên ku gotin em ê van cînayetên siyasî biqedînin de sûîkastan berdewam kirin. Îro jî bi heman awayî berdewam dike.”
‘HEVKAREKÎ DESTHILATÊ KU KOMKUJİYÊ DIPARÊZE HEYE’
Sakik, êrişên li ser HDP’ê bi bîr xist, bêdengiya muxalefetê ya piştî êrişan rexne kir û wiha berdewam kir: “Li dijî kesên ku xebatkara HDP'ê li avahiya wê de înfaz kirin, beşek ji hikumetê xwedî li cînayetê derket. Me hemûyan daxuyaniyên Bahçelî dîtin. Beşek mezin a muxalefetê jî ji ber ku li dijî kurdan e bêdeng e. Ger hûn demokratên rast bin, hûn ê li hember hemû sûîkast û cînayetên siyasî bisekinin. Her wiha em bi hin partiyên muxalefetê re rûbirû dimînin ku dema li dijî kurdan derdikevin dengê xwe nakin, carinan jî kurd û HDP’ê dikin hedef.”
‘SÛÎKASTÊN SIYASÎ DUH JÎ ÇÊBÛN DÊ ÎRO JÎ ÇÊBIBIN’
Sakik anî ziman ku ji bo ku welatekî demokratîk were avakirin divê her kes tûrikê xwe vala bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Weleh duh çêbû wê îro jî û sibê jî bibe. Sûîkastên siyasî ne tenê kuştin e. Mafê jiyanê nadin partiyekê.
Karê siyasî yê tê sekinandin û partî bi hêzên ewlehiyê tê tepisandin. Ev jî sûîkasteke siyasî ye. Hûn dijberên xwe tune dihesibînin. Em hemû dizanin ku piştî 2016’an di gelek nuqteyan de çawa HDP rastî qirkirinên siyasî hat. Di van demên dawî de qala restorasyona siyasî tê kirin. Lê pêşî, guhertinek pergalê ya wêrektir û radîkaltir hewce ye. Pêşî divê hûn bi paşerojê re rûbirû bimînin. Tevî her tiştî û her kesî, divê pergalek zelal, demokratîk, dadmend û pirjimar were avakirin. Heke derveyî vê dê gelek kes di tarîtiya berê de winda bibin.”
‘BILA JI ALIYÊ AZADIYÊ VE SEKNEKÊ NÎŞAN BIDIN BES E’
Sakik, da zanîn ku divê mûxalefet bi hestên edalet, hiqûq, demokrasi û azadiyê were gel hev û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Mixabin em behsa muxalefeteke ku ditirse were cem HDP’ê dikin. Li dijî Serokê Giştî yê CHP’ê Kiliçdaroglu êrîş pêk hatin. Hesab nehat pirsîn. Rêberekî mafyayê gef li serokê partiya muxalefetê ya sereke xwar. Hesab nehat pirsîn. Êrîş li rojnamegeran tê kirin. Lê dengê kesê dernakeve. Ger wan bi rastî tenê di derbarê demokrasî û azadiyên li Tirkiyeyê de helwestek girtiba, dê her tişt biguheriya. Ger ew dixwazin hêza xwe bi belavkirina tirs û xofê bidomînin; weke Kurd, me ev tirs zû de têk bir, me ew li paş xwe hişt. Ger di vê mijarê de fikar û hestên komên muxalefetê yên din hebin, ew wekî demokratekî helwest bigirin bes e. Divê muxalefet di vê mijarê de helwestek pir zelal bigire. Divê dest ji taktîka ‘ji bilî kurdan’ ji bo herkesê edalet berdin. Ji ber ku dê winda bikin.”
MA / Bêrîvan Altan