Yilmaz: Divê muxalefet di tezkereyê de nebe hevkarê sûc

img
ENQERE - Dr. Arzû Yilmaz diyar kir ku derbaskirina tezkereyan a li ser “PKK’ê û gefa kurdan” a bi rêya parlamentoyê pirsgirêkeke pir cidî ye û wiha got: “Divê mûxalefet li dijî van tezkereyan helwesteke zelaltir nîşan bide û nebe hevkarê vî sûcî.”
 
Li Tirkiyeyê tezkereyên şer ên ku di sala 2007’an de bi tezkereya Iraqê dest pê kir, ji sala 2014’an û vir ve Sûriye jî tevlî vê tezkereya derveyî sînor hatiye kirin û ji bo her du welatan tezkereyeke hevpar hat derxistin. Îqtidar ji bo Sûriye û Iraqê ji bo du salan, careke din tezkere tê rojeva Meclîsê. 
 
Tê payîn ku di rojên pêşiya me de tezkereya şer pêşkeşî Serokatiya Meclîsê were kirin. Zanyara siyasetê ya Zanîngeha Hambûrgê Dr. Arzû Yilmaz sedemên li pişt vê tevgerê, girêdana bi pirsgirêka kurd û helwesta mûxalefetê nirxand. 
 
‘BELGEYA KU PÊVAJOYA ÎMRALIYÊ BI DAWÎ KIR’
 
Yilmaz, bi bîr xist ku di sala 2014’an de tezkereyên Iraq û Sûriyeyê kiribûn yek û anîbûn rojeva Meclîsê û wiha got: “Di demekî ku hemû cîhanê bi hev re biryara şerê li dijî DAÎŞ’ê da, Tirkiyeyê ev biryara tezkereyê wergirt. Dema Tirkiye biryar da ku li dijî van her du welatan operasyonên leşkerî pêk bîne, wekî li Iraq û Sûriyeyê derdê cîhanê DAIŞ bû. Dema Tirkiyeyê ev biryar derbas kir, Mûsil bi temamî di destê DAIŞ'ê de bû. Li Şengalê qirkirinek hat kirin û DAIŞ'ê êrişî Kobanê kir. Di biryara yekalî ya Tirkiyeyê ya bi rêya parlamentoyê re di konjonktureke bi vî rengî de DAIŞ weke gefekê nehat naskirin. Di vê biryarê de tehdîda yekem wekî PKK, PYD, YPG derbas dibe û ya duyemîn jî weke hêcet tehdîdên rejîma Sûriyeyê tên nîşandan.”
 
Yilmaz diyar kir ku divê tezkereya 2014’an weke biryara sereke ya ku pêvajoya Îmraliyê bi dawî kiriye were xwendin û wiha berdewam kir: “Ji ber vê yekê tê niqaşkirin ku pêvajoya Îmraliyê di Tîrmeha 2015'an de bi operasyona li Qendîlê yan jî bi rêya Ceylanpinarê bi dawî bûye. Lê belê belgeya vîna qedandina pêvajoyê ev tezkereye.” 
 
‘DAIŞ WEKE GEFEKÊ NEHAT PENASEKIRIN’
 
Yilmaz bibîr xist ku DAIŞ di tezkereya sala 2015’an de cih girt, lê weke gefeke yekser nehat pênasekirin,tenê piştî sala 2016’an weke hinceteke gefxwarinê hat dîtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev yek bi piştî operasyona Cerablûs û Babê re li hev tê. Ji ber ku di wê demê de li Bab û Cerablûsê hêzên kurd tune bûn. Yên ku li wir hebûn hêzên DAIŞ'ê bûn. Lê li wir şer tune bû. Wek di çapemeniyê de hat ragihandin, di rastiyê de hêzên DAIŞ'ê li wir cilên xwe guhertin, rihên xwe birîn û tevlî komên bi navê Artêşa Netewî ya Sûriyeyê ku bi Tirkiyeyê re tevdigeriyan bûn.”
 
‘YEKANE WELAT TIRKIYE YE’
 
Yilmaz bi bîr xist ku Tirkiye di Rapora Pêşveçûnê ya Tirkiyeyê ya Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) de weke hêzeke dagirker a li Sûriyeyê tê pênasekirin û got: “Tirkiye yekane welatê li Sûriyeyê ye ku îro bi rengekî yekalî hiqûqa navneteweyî binpê dike.”
 
‘DIVÊ MUXALEFET NEBE HEVKARÊ VÎ SÛCÎ’
 
Yilmaz, diyar kir ku derbaskirina tezkereyan a li ser “PKK’ê û gefa kurdan” a bi rêya parlamentoyê pirsgirêkeke pir cidî ye û got: “Heke mûxalefet îdia dike ku piştî AKP’ê wê Tirkiyeyê bi rê ve bibe, divê li dijî van tezkereyan helwesteke zelal nîşan bide û li gorî wê tevbigere. Divê teqez nebe hevkarê vî sûcî.”
 
Yilmaz bal kişand ser banga Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû ya ji bo burokratan a “li gorî hiqûqê tevbigerin” û destnîşan kir ku ev bang tê wateya “nebin şirîkê vî sûcî”. Yilmaz bibîr xist ku CHP'ê heta niha helwesta xwe ya li ser tezkereyê aşkere nekiriye û wiha domand: “Lê belê ne bawerim ku ji tezkereyê re bêjin 'na'. Divê Kiliçdaroglû guh bide banga xwe ya li burokratan û nebin şirikî vê yekê. Ne tenê Kiliçdaroglû, her kesên ji ewlekariya Tirkiyeyê bi fikar in divê li vê yekê bigerin.” 
 
MA / Zemo Aggoz