Gunay ji bo ‘Meşa Gemlîkê’ bang kir

img
ENQERE - Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay diyar kir ku neçareserkirina pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê rê li ber krîzên piralî vedike û wiha got: “Banga me ji bo her kesî ew e ku di 12’ê hezîranê de beşdarî Meşa Gemlîkê bibin.” 
 
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay têkildarî rojevê li Navenda Giştî ya Partiyê civîna çapemeniyê li dar xist. Gunay, ji ewil Muhsîn Melîk û Mehmet Ayyildiz bi bîr anî wiha got: “Sibe jî 28’emîn salvegera qetilkirina Savaş Buldan û hevalên wî ye. Hem Muhsîn Melîk û hem jî Savaş Buldan biminet bi bîr tînim. Soza me ya bo wan a herî mezin ew e ku van cînayetan ronî bikin, kujerên wan derxînin holê û tu rastî di tarîtiyê de nemînin.”
 
Bi domdarî Gunay da zanîn ku ji bo balê bikişînin ser tecrîda giran a li Îmraliyê dê bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û MED TUHAD-FED’ê di 12’ê hezîranê de ber bi Gemlîkê ve bimeşin. Gunay, anî ziman ku Tirkiye di hêla civakî, siyasî, îktîsadî û çandî de krîzeke giran dijî û wiha got: “Sedema vê rewşa pirkrîzî ya herî mezin, neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Desthilatdarî vê rewşa neçareserkirinê ji bo teslîmgirtin, fetisandina civakê û têkbirina aştî û aramiyê bi kar tîne. Asta herî dawî ya aqilê desthilatdariyê xwe gihandiyê jî polîtîkaya tecrîda girankirî ye. Her ku tecrîda li Îmraliyê tê girankirin, şer û zext zêdetir dibin. Dema bi Îmraliyê re hevdîtin tên kirin jî çanda demokrasiyê ya Tirkiyeyê pêş dikeve û rewşa civakî diguhere. Ev ne tespîtek lê heqîqet e.” 
 
TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TECRÎDÊ 
 
Gunay, diyar kir ku tu carî pêşniyareke li dijî civak û gelan ji Îmraliyê derneketiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo pêşerojê pêşbîniyeke neyînî derneket. Her tim pêşniyarên ji bo rêveberiyeke demokratîk hatin kirin. Tecrîda li ser birêz Ocalan, veguheriye rewşeke ku qet agahî jê nayên girtin. Polîtîkaya tecrîdê li her qadê bervelav kirin û êdî civak tê tecrîdkirin. Li ser bingeha vê rastiyê em dibêjin ku têkoşîna li dijî tecrîdê peywireke civakî ye û neşxerêya rizgariya demokratîk e. Heke hûn bixwazin dawî li krîzên welêt bînin, heke hûn bixwazin xefikên bi dagirkeriya derveyî sînor û şer tên danîn bibînin, ji ewil divê hûn berê xwe bidin vê derê. Lewma nerazîbûna li dijî tecrîdê, ji bo aştiyê gavekî girîng e. Berfirehkirina îtîrazên siyasî û hiqûqî yên li dijî tecrîdê, di têkoşîna demokrasiyê de gavekî girîng e.” 
 
NABE KU BIBE MIJARA BAZARÊ
 
Di berdewamê de Gunay bal kişand ser “Konferansa li Dijî Siyaseta Tecrîdê Mafê Aştiyê” ku bi pêşengtiya ÎHD, OHD û TOHAV’ê hatibû lidarxistin û wiha pê de çû: “Têkildarî tecrîdê nirxandinên girîng hatin kirin. Beşdarên ji Efrîqeya Başûr û Îrlandayê jî tev li konferansê bûbûn. Di şexsê tecrîdê de rewşa welêt baş vegotibûn. Weke ku di vê konferansê de jî hatiye gotin, xwegihandina girtîgehan nabe mijara bazarê. Divê rejîma înfazkirina cezayên muebbeta giran a ragirtina kesekî heta mirinê di girtîgehê de, li gorî biryarên DMME û Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bê guherandin û bidawîkirin. Divê Girtîgeha Îmraliyê bê girtin û pergala tecrîdê bi dawî bibe. Ji bo ku nerazîbûna xwe ya li dijî polîtîkayên tecrîdê nîşan bidin, em ê di 12’ê hezîranê de ber bi Gemlîkê ve bimeşin. Banga me li gelê me û raya giştî ya demokratîk ew e ku beşdarî vê meşê bibin.” 
 
ŞER LI SER JIYANA GEL XETERE YE
 
Ebrû Gunay di berdewamê de ev tişt anî ziman:
 
Roja ku desthilatdariya AKP’ê rejîma yekzilamî li gelên Tirkiyeyê ferz kirî heta niha polîtîkaya şer li ser gel ferz dike. Li şûna ku hesabê nelirêtî, derhiqûqî û krîza aborî bidin, bi rûxandina pêşeroja gelên Tirkiyeyê re mijûl in. Operasyonên leşkerî yên Erdogan ên li dijî Herêma Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û planên îlhaqkirinê, ne tenê ji bo gelên li wan herêman dijîn lê ji bo gelên Sûriye û Iraqê jî gef e. 
 
GELÊN SÛRIYEYÊ DÊ RASTE RAST JÊ BANDIR BIBIN 
 
Tevahiya cîhanê dixwaze li Sûriyeyê îstîqrar û aştî çê bibe û pêşî li ber koçberiya bi darê zorê bê girtin. Lê belê desthilatdariya AKP’ê dikeve nava hewldana êrişeke nû ku dê rê li ber koçberiyeke zêdetir veke. Operasyoneke gengaz a li dijî Sûriyeyê dê raste rast bandorê li gelên Sûriye û Tirkiyeyê bike. Armanca esasî ya êrişeke li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne ji bo vegerandina penaberan lê ji bo tunekirina destkeftiyên gelê kurd û gelên din e. Êrişeke wiha dê rê li ber koçberiyeke mezintir veke. 
 
DOZA KOBANÊ
 
Doza Kobanê ku êdî veguheriye doza îftîra û tolhildanê, ev saleke didome. Ev doz têk çû, ev kompas riziya lê şandeyên dadgehê ku mîna nûnerên desthilatdariyê tevdigerin rewş êdî ji tehmê derxistin. Bi aşkerayî di nava kompasê de kompaseke din çêdikin. Niha jî dema parastinê yê hevalên me bi rojekê bisînor kirin. Li pêş çavên hemû cîhanê bi vekirî mafê parastinê yê hevalên me binpê dikin. Piştî ku nekarîn xefik û hîleyên xwe bi şahidan bidin erêkirin, gefê li şahidan dixwin. Vê jî bes nabînin ku mîkrofana parêzeran tê girtin. Derdê şandeyê ne darizandineke adilane lê pêkanîna fermanên desthilatdariyê ne. Hevalên me her roj belge dikin ku ev doz, doza parastina DAIŞ’ê ye. 
 
WAN BAJAREKÎ KURDAN E
 
Çendek roj berê partiya muxalefetê ji bo 3 rojan li Wanê civînek li dar xist. Ji OHAL a 20’ê tîrmehê heta niha bajarê ku qedexe herî zêde lê hatiye dirêjkirin, Wan e. Bi qeyûman îradeya wan anku hevşaredar Bekir Kaya hate girtin, hevşaredar Bedîa Ozgokçe jî neçar ma ku li sirgûnê bijî. Wan, bajarekî kurdan e ku ziman û çanda wan hatiye qedexekirin û mal û milkê wan tê talankirin. Lê belê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd, têkildarî xespkirina vîna gelê kurd yek pêşniyareke şênber nekirin. Heta gotin ku heke gel dengê xwe nede wan dê êrişên ser wan bidomin. Bi van gotinan xuya dike ku tiştekî ji pirsgirêka kurd û dînamîkên herêmê fêm nakin. Ya ji wê jî girîngtir ew e ku nîşan dan bê ka çiqas dişibin desthilatdariyê. Tu ferqa vê gotinê ji ya Erdogan ku digot; ‘500 parlamenteran bidin min bila ev kar bi aramî bi dawî bibe’ nîne. Divê neyê jibîrkirin ku sedema bêhiqûqî û sepanên li dijî kurdan, para vê zîhniyeta dibêjin ‘beşdarî me bibin’ pir zêde ye. Baş e yên ku vê bangê dikin ji bo daxwaza azadiyê ya gelê kurd, daxwaza ziman û ya xwe birêvebirinê çi difikirin? 
 
GELÊ KURD LI DIJÎ FAŞÎZMÊ TÊDIKOŞ E
 
Divê hemû derdorên Tirkiyeyê baş pê bizanin ku gelê kurd banga rizgarkirinê li kesekî nakin. Gelê kurd bênavber li dijî faşîzmê têdikoşe. Çawa ku desthilatdariyên qirêjî yên berê li dijî kurdan çok şikandibin û têk çûbin, ev desthilatdariye jî biçûk bûye û li ber têkçûnê ye. Daxwaza me, têkoşîneke hevpar a bi derdorên demokratîk re ye. Em li şûna desthilatdariyeke yekperest, desthilatdariyeke ji wê hinek kêmtir yekperest naxwazin. 
 
MIHTACIYA ME BI KESEKÎ NÎNE
 
Ji ber vê yekê jî xwarina gefa ‘hûn neçarî min in’ a li dijî kurdan û hêzên demokratîk, rûyeke din a desthilatdariya heyî ye. Em pêşengtiya guherîneke di nava têkoşînê de dikin û ne neçarî kesekî û ne jî mihtaciya me bi kesekî heye. Têkoşîna me bi tevlibûna milyonan didome û dê bidome jî. Bila desthilatdarî û kesên rengê muxalîftiyê li ser lê di bandora Qesrê de ne baş bizanin ku çareserî ne teqlîdkirina desthilatdariyê lê pêkve avakirina jiyaneke nû ye. HDP pêşeng û bingeha vê têkoşînê ye. 
 
KONFERANS
 
Tevî hemû êrişan jî kongre û konferansên me bi bibiryariyeke mezin berdewam in. Me di meha gulanê de konferansa xwe ya herêmê li dar xist. Di 21-22’yê gulanê de jî Konferansa Jinan li dar xist. Em ê 4’emîn Konferansa Mezin jî bi dirûşma ‘Berxwedana Mezin Meşa Mezin’ li Enqereyê li dar bixin. Di konferansa me ya herêmê de ji bo çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyeyê pêşniyarên girîng hatin kirin. Dê di Konferansa Mezin de jî ev pêşniyar bibin bibiryar. Dê kon greya me ya mezin jî di 3’yê tîrmehê de li Eywana Werzîşê ya Enqereyê bi tevlibûna dehhezaran bê lidarxistin. Komîsyona Mitebeqetê dest bi xebatên kongreyê kirin. Yên ku dixwazin di rêveberiya partiya me de cih bigirin, dikarin heta 10’ê hezîranê ji bo endamtiya Partiya Meclisê serlêdanan bikin.” 
 
Piştî daxuyaniyê jî Gunay pirsên rojnamegeran bersivand.