ENQERE - Hevberdevkê Komîsyona Birêxistinkirinê yê HDP’ê Mahfûz Guleryuz diyar kir ku dê kongreyeke biheybet û bihêz li dar bixin û wiha got: “Banga min bo her kesî ew e ku bibin parçeyeke wêneyê serkeftin û berxwedanê.”
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê di 3’yê tîrmehê de li Eywana Werzîşê ya Enqereyê 5’emîn Kongreya Asayî ya Mezin li dar bixe. Tê payîn ku ji çar aliyan zêdetirî 100 hezar kes beşdarî kongreyê bibin û amadekariyên HDP’ê yên ji bo kongreyê jî berdewam in. Ji dîzaynkirina eywanê heta pankartên ku dê werin daliqandin, ji peyamên dê werin dayîn heta Meclisa Partiyê (PM) ya ku dê ji nû ve were avakirin, xebateke mezin tê kirin.
HDP’ê ku dînamîkên têkoşînê yên serdema nû, biryardarî û perspektîfa siyasî li herêman bi kongreyan birêxistin kir, tê payîn ku di kongreyê de peyamên girîng bide.
Hevberdevkê Komîsyona Birêxistinkirinê yê HDP’ê Mahfûz Guleryuz têkildarî xebatên kongreyê, peyamên ku dê bidin û serdema nû ya HDP’ê bi ajansa me re axivî.
KONGREYA BERXWEDAN Û SERKEFTINÊ
Mahfûz Guleryuz diyar kir ku doza girtinê partiyê niha di rojeva wan de nîne û wiha got: “Em bêhtir bala xwe didin ser xebatên ku HDP’ê mezintir dike, pêşve dibe û dike hêza çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyeyê. Em bi awayekî xurt ber bi kongreyê ve diçin. Kongreya hem berxwedan û hem jî serkeftinê ye. Em ê kongreya xwe bi vê dirûşmê li dar bixin. Em xebateke zêde dikin. Dikarim bibêjim ku ji her çar aliyên Tirkiyeyê eleqeyeke zêde bo kongreyê heye.”
DIRÛŞMA KONGREYÊ KAREKTERA HDP’Ê YE
Guleryuz, destnîşan kir ku xebatên kongreyê bi dirûşma “Çareserî em in, gotina me heye” dikin û wiha domand: “Ev dirûşm, karektera HDP’ê vedibêje. Di vê mijarê de em xwedî îdia ne. Ji ber ku em rastiya Tirkiyeyê baş dibînin, dizanin û girseya herî zêde êşa van pirsgirêkan dikêşe jî girseya me ye. Lewma ji bo hemû pirsgirêka jî em xwedî çareseriyên bihêz in. Dewleta Tirkiyeyê ev sed sal in li dijî civaka xwe şer dike. Hema hema her 10 salan carekî darbe lê çêdibin. Di bingeha van de jî pirgirêka kurd, elewî, jin û demokrasiyê heye. Çavkaniyên vî welatî hêj niha jî ji bo şer û pevçûnan tên xerckirin. Haya gelên Tirkiyeyê ji vê rastiyê heye. Lewma em dibêjin ku çareserî em in, perspektîfa me ya çareseriyê xurt e û em xwedî wê hêzê ne ku van pirsgirêkan çareser bikin. Her wiha em dibêjin ku ‘gotina me heye.’ Em xwedî gotin û argumanên wisa ne ku polîtîkaya rojane ya civaka Tirkiyeyê ji serî ve biguherîne.”
TÊGEHA KOMARA DEMOKRATÎK
Bi domdarî Guleryuz bal kişand ser têgeha “Komara demokratîk” ku yek ji biryarên kongreya berê bû û ev nirxandin kir: “Dema welat hatiye damezirandin, li ser bingeha komarê hate damezirandin. Lê belê di nava van sed salan de nebû komareke demokratîk. Li ser bingeha rêgezên demokratîk nehat avakirin. Pirsgirêka esasî jî ev e. Lewma HDP dema qala hedefa xwe ya Tirkiyeyê dike, têgeha ‘Tirkiyeya demokratîk, komara demokratîk’ bi kar tîne. Ji darazê heta burokrasiyê, ji meclisê heta rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî, divê Tirkiye bi hemû organên xwe ve demokratîk bibe. Ya ku em li ser disekinin, hêma ya demokrasiyê ye. Lewma em bi zanebûn têgeha komara demokratîk bi kar tînin. Di esasê xwe de em pêvajoyê bi têgeha demokrasiya radîkal formûlîze dikin.”
JI NÛ VE AVAKIRINA KOMARÊ
Di berdewamê de Guleryuz diyar kir ku li Tirkiyeyê qala 72 miletan tê kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji van 71 milet hatine tunekirin û avadaniyeke ku tenê miletekî esas digire hatiye avakirin. Em jî xwedî perspektîfeke demokrasiya radîkal in ku hemû pirsgirêkên van 72 miletan çareser bikin. Ji bilî vê dê çi modêlên din ên çareseriyê encamgir nebin. Li komara ku ser bingeha tirkperestiyê hatiye avakirin de tirk jê dilxweş nînin. Lewma divê bi hemû aliyan ve ji nû ve bê avakirin.”
‘AJANDAYEKE ME YA VEŞARÎ NÎNE’
Guleryuz, bi domdarî qala polîtîkaya hilbijartinê ya partiya xwe kir û ev tişt anî ziman: “Dê di hilbijartina parlamenteran de bi tifaqa xwe re bikeve hilbijartinê. Ji bo ya parlamentoyê jî têkiliya me ne bi maseya 6 ling û ne jî bi tu partiyeke din re nîne. Em xwe weke rê û tifaqeke cuda dibînin. Ji çepgiran heta elewiyan, ji îslamîstan heta hemû avadaniyên din ên hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê re deriyê me vekirî ne. Ajandayeke me ya veşarî nîne. Me Têkildarî hilbijartina serokkomariyê de 27’ê îlona 2021’an de deklarasyonek weşand. Îcar heke nîqaş bên kirin jî divê li ser van rêgezan bên kirin. Me hem pirsgirêkên Tirkiyeyê tespît kirin û hem jî nêrîna xwe vegot. Lewma hewce nake me bi tiştên cuda tawanbar bikin.”
‘EM Ê KONGREYEKE BIHEYBET LI DAR BIXIN’
Di berdewamê de Guleryuz anî ziman ku Meclisa Partiyê ji bo serdema pêş ne tenê xebatên birêxistinkirinê lê dê hemû organên din ên partiyê bide xebitandin û bibe muxatabê çareserkirina hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê. Guleryuz, axaftina xwe wiha qedand: “Dikarim bibêjim ku em niha di wê astê de ne. Lijneyên me yên lihevkirin û stratejiyê hebûn. Her wiha biryara me ya Lijneya Şêwirmendiyê ku me berê dabû lê hêj neketiye meriyetê heye. Îxtîmalekî mezin dê piştî vê kongreyê bikeve meripyetê. Em ê hinek ciwantir bibin. Dê biçin her devera Tirkiyeyê, xwe li her deverê birêxistin bikin, pirsgirêkan di cih de çareser bikin. Em ê kongreyeke biheybet û bihêz pêk bînin. Dê kongreya me bibe wêneyê serkeftin û berxwedanê. Banga min ji bo hemû kesî ew e ku bibin parçeyeke vî wêneyî. Em ê kongreyeke wisa li dar bixin ku dê mohra xwe li serdema nû ya welêt bide.”
MA / Bêrîvan Altan