ENQERE - Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay da zanîn ku AYM’ê nekarî xwe li ber zextên siyasî ragire û biryara “bloqekirinê” da ye û wiha got: “Tu astengkirinan nekarî vê kevneşopiya siyasî biçûk bike. Berevajî vê, mîna aşûtê roj bi roj mezintir bû.”
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay têkildarî rojevên heyî li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Gunay, di serî de Roja Rojnamegerên Dixebitin pîroz kir û wiha got: “Baş e ku Çapemeniya Azad heye. Baş e ku rojnamegerên heqîqetê derdixin meydanê hene.”
Ebrû Gunay bal kişand ser geşedanên di doza girtina HDP’ê de û wiha got: “Ev çendek roj in di rojeva Tirkiyeyê de binpêkirina birêkûpek a makeqanûnê ji hêla îktîdara AKP’ê ve û bêbandorkirina hiqûqê heye. Mezintirîn mexdûrê vê rewşê jî partiya me ye. Ji roja destpêkê ya doza girtinê heta niha, hiqûq û makeqanûn hatin binbpêkirin. Herî dawî bi bloqekirina hesabên partiya me û parastina devkî ya Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind re careke din berê her kesî da binpêkirinan û binpêkirinên hiqûqê ji hêla AKP’ê ve. Hiqûqnasên navdar ên Tirkiyeyê jî gotin ku hem doza girtina partiye me hem jî bloqekirina hesabên partiyê hiqûqî nîne. Weke me di serî de jî gotibû, ev mijar ne mijareke hiqûqî lê ya siyasî ye.
TAWANÊN SERDOZGER
Biryara bloqekirina hesabên alîkariya xizîneyê yên partiya me li ser fermana Qesrê hate dayîn. Zimanê daxwaznameya Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind bi xwe îspata vê rastiyê ye. Min di jiyana xwe de daxwaznameyeke wiha nedîtiye. Bila kesek xwe nexapîne ji ber ku ev daxwazname serdozger amade nekiriye. Gelo ji kengî ve ye dozger ne îdiayan lê tawanbariyan dikin. Jixwe daxwaznameyeke di çarçoveya hiqûqê de nîne. Mîna metna civîna koma îktîdarê ye. Hêjta doza girtina partiyê bi dawî nebûye ku dozgerê bi rola nivîsvaniya Qesrê rabû piştî mutalaaya devkî daxuyaniyê dide çapemeniyê. Gelo we li ku dîtiye dozgerek daxuyaniyê dide çapemeniyê? Vê jî bi keyfxweşiyeke mezin dike. Wisa diaxive dê bibêjî qey ne dozger lê berdevkê îktîdarê Devlet Bahçelî ye. Devlet Bahçelî wê rojê axivî. Dozger teqez alî digire, ferman girtiye û peywira xwe xerab bi kar aniye. Pêşniyara min bo wî ew e ku bila li fakûlteyeke hiqûqê dîsa qeyda xwe çêibke û dîsa hiqûqê hîn bibe. Lîstikeke şanoyê ye ku dixwazin beriya hilbijartinan HDP’ê têxin rewşeke nebaş. Îspata vê ya herî mezin jî bloqekirina hesabên alîkariya xizîneyê ye. AYM’ê nekarî xwe li ber zextên siyasî bigire û bêyî sedemekî nîşan bide daxwaz qebûl kiriye.
ÎDIANAME ROVANŞA 7’Ê HEZÎRANÊ YE
Em îdianameya dozger weke rovanşa serkeftina HDP’ê ya 7’ê Hezîranê dibînin. Di vê îdianameyê de mafê nûnertiyê yê gel tune hatiye hesibandin. Aciziya wan a ji nûnertiya gelê kurd, civaka elewî, muxalîfan a li Meclisê ye. Daxwaza betalkirina statûya hemwelatiyê ya gelê me û hilbijêrên me ye. Ev biryar, bi vekirî nîşan dide ku bloqe danîne ser biryar, tercîh û nerîna siyasî ya hilbijêrên HDP’î. Di hilbijartina 7’ê Hezîranê de li pêşiya me bend hebûn lê me hilweşandin. Ma hûn dê niha bikarin bi doza girtinê û bi mueyîdeyên aborî me bidin sekinandin? Rawestandina gelekî tiştekî wisa hêsan nîne. Têkoşîneke ku ji xwe bi xwe çêdibe û mezin dibe dê bi qedexeyên we biçûk nebe. Em tevgereke gel in, bi hêza gel hene û bila kesek vê ji bîr neke. Gelo ma we qet dîro nexwendiye? Li rabûrdiyê binêrin, li kevneşopiya me baş binêrin. Ji HEP’ê heta niha têkoşîna me ya demokratîk yek milîm şaş nebûye.
GOTINÊN MEHMET UÇUM
Kesek heye ku ji xwe re dibêje ‘ez şêwirmendê hiqûqê yê Qesrê me.’ Xwe têxe cihê dadger û bêyî ku şerm bike derheqê partiya me de biryaran dide. Ev yek pir eşkere nîşan dide ku doza girtina partiya me bi fermana Qesrê hatiye vekirin.
EM Ê MÎNA AŞÛTÊ HER MEZINTIR BIBIN
Yên ku hewl didin HDP’ê bigirin bila vê yekê baş bizanin; tu astengiyan nekarî vê kevneşopiya siyasî biçûk bikin. Berevajî vê, mîna aşûtê roj bi roj mezintir kir. Me çawa ku tarîtî bi zilikekê şixarteyê ji holê rakiribe û ev zilik bi salan piştre di destê milyonan de veguherî be çiraxê; em jî bi mîras û bi cisareta rabûrdiya xwe û hêza gel roj bi roj mezintir dibin. Tifaqa AKP-MHP’ê ji bo ku muxalefetê bêdeng bike ji ewil êrişî HDP’ê dike. Lê mixabin Maseya Şeşling ku dixwaze bibe îktîdar ji vê berpirsyariya dîrokî pir dûr e.
JI BO MUXALEFETÊ BANGA EWLEHIYA HILBIJARTINÊ
Pêvajoya hilbijartinê ya pêşiya me dê di nava şertên pir bêedalet de derbas bibe. Li rexekî Tifaqa Cumhur a ku bi saya bacên me hemû derfetên dewletê bi kar tîne, li rexa din jî partiyên muxaletê ku rastî her cureyên zext û astengkirina tên hene. Lewma em dîsa bang li partiyên muxalefetê dikin ku qet nebe ji bo ‘ewlehiya hilbijartinê’ û li dijî manîpılasyonan em bên ba hev û ji bo ku hilbijêrên me biçin ser sindoqê û dengê xwe di nava aramiyê de bidin hevkariyê bikin. Avakirina platforma ewlehiyê ya hilbijartinê em nebe nabe dibînin. Hêvîdarim muxalefet bersiveke aqilane bide vê pêşniyara me.
TEKLÎFA MAKEQANÛNA DERSOKÊ
Me daxwaza hevdîtinê ya ji bo teklîfa guhertina makeqanûnê ya AKP’ê red kir û ev mijar hêjta tê nîqaşkirin. Hevalên me di vê mijarê de daxuyaniyên berfireh dan û sedema wê vegotin. Lê ez dîsa bibêjim; li cihekî ku azadî ewqas hatine bisînorkirin, rewş roj bi roj xerabtir dibe û destkeftiyên demokratîk ewqas tên tunekirin de teklîfa têkildarî dersokê ji bo çareserkirina pirsgirêkên azadî û demokrasiyê pir dûr e. AKP’ê ev teklîf ji bo hilbijartinê anî, civakê ji hev dike û dixwaze li ser vê yekê di hilbijartinê de bi ser keve. Weke ku tevahiya raya giştî pê dizane li holê tu nîqaş li ser dersok û saziya malbatê nînin. AKP hewl da bi van mijaran lîstikê bikişîne qada xwe. Sedema duyemîn jî; îktîdar û şirîkê wê yê biçûk raste rast destwerdanê li darazê dikin û di encamê de Doza Kompasê ya Kobanê hate vekirin. Di vê dozê de de bêhiqûqiyê dikin, dixwazin bikin delîla girtina partiya me û ji bo vê jî lez dikin. Herî dawî jî hesabên alîkariya xizîneyê yên partiya me hatin bloqekirin. Vê yekê kir ku em jî biryareke bi vî rengî bidin. Me nexwest xizmetê ji ‘lîstika demokrasiyê’ ya AKP’ê re bikin. Em tev li lîstikên wan nabin. Divê her kes bi vê bizane.
MITÎNGA KED Û AZADIYÊ
Em, nûner û berdewamiya kevneşopiya têkoşîna sed salî ya bindestan û yên tune tên hesibandin in. Tevî her cureyên zextê jî em ê vê mîrasê û têkoşînê xurtir bikin. Em ê mafên bindestên vê xakê, xizanan, jinan, ciwanan û gelên wê biparêzin. Dê Tifaqa Ked û Azadiyê ku nûnertiya yekitiya gelan dike roj bi roj mezintir bibe û rêya xwe bidomîne. Tifaqa Ked û Azadiyê ne tenê tifaqa hilbijartinê ye. Baş pê dizane ku azadî, demokrasî, wekhevî û edalet bi têkoşîna li kolanan pêkan e. Bi vê zanebûnê rêya xwe didomîne. Tam di vê çarçoveyê de; em li dijî xizanî, zext, kedxwarî, tecrîd û pişaftinê di 15’ê çileyê de li Qada Kartal a Stenbolê mitîngê li dar bixin û bersiva herî xurt bidin. Em ne mehkûmî restorasyonvanan û ne jî yekzilamiyan e. Rêya me rêya azadî, wekhevî û kedê ye. Bi vê wê wesîleyê ez careke din bang li her kesî dikim ku di 15’ê çileyê de li dijî faşîzma li me tê ferzkirin, li dijî xizanî, bêkarî û kedxwariyê biherikin qada Kartalê.”