Hevserokên HEDEP’ê: Berxwedana Kobanê rêya me ronî dike

img
ENQERE - Hevserokên Giştî yên HEDEP’ê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogûllari Roja Kobanê ya Cîhanê li gelê kurd û hemû gelên cîhanê pîroz kirin. 
 
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogûllari bi wesîleya salvegera 9’emîn a 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi zimanê kurdî, tirkî û erebî daxuyaniyek nivîskî weşandin. 
 
Daxuyaniya hevserokan wiha ye:
 
“Em remza têkoşîn û ronahiyê Roja Kobaniyê ya Cîhanî Pîroz dikin! 
 
Em di salvegera 9’an de serfiraziya mirovahiyê ya li dijî tarîtiya DAIŞ’ê silav dikin. 
 
Li Tirkiyeyê desthilat dixwaze bi rêya dadgehên ber destê xwe serfiraziya Kobaniyê ya ku têkoşîn û ronahiya hevpar a mirovahiyê ye tune bike. Em careke din soz didin hevalên xwe yên ku di doza Kobaniyê de tên darizandin, em ê têkoşînê mezin bikin. 
 
Em dizanin ku êrişên ku îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên kirin dewama êrişên DAIŞ’ê ne. Desthilat dixwaze armanca DAIŞ’ê bibe serî. Li Rojava jiyaneke hevpar û demokratîk zîl dide û em ê bi gelên Rojava re piştevaniya xwe bidomînin.
  
Bi Berxwedana Kobaniyê ya piştgiriya enternasyonalîst a gelên cîhanê îroya me û siberoja me ronî dike. 1’ê Mijdarê Roja Kobaniyê ya Cîhanî di serî de li gelê Kurd û li temamê gelên bindest ên cîhanê pîroz be. #WorldKobaneDay”