Nobeta li Dêrsimê didome: Em ê destûrê nedin xespkirina îradeyê

img

DÊRSIM - Welatiyên tevî Hevşaredarên Dêrsimê beşdarî nobetê bûn, wiha gotin: “Em ê destûrê nedin xespkirina îradeyê.” 

Ji dozeke 10 sal berê li Hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konak hatiye vekirin 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate dayin. Piştî dayina cezayê, li Şaredariya Dêrsimê li dijî xespkirina îradeyê nobet hate destpêkirin. Nobet, di tevahiya şevê de domiya. Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordu, Hevşaredarên Dêrsimê Bîrsen Orhan û Cevdet Konak, pêkhateyên tifaqê û gelek kes tev li bûn.  
 
Welatiyên li şaredariyê nobetê digirin diyar kirin ku dê çalakiya wan bidome û dê destûrê nedin qeyûm. 
 
‘EM Ê DESTÛRÊ NEDIN’ 
 
Ji welatiyan Humeyra Tusunyegîn diyar kir ku dadgehê bi lez û bez biryar daye û wiha got: “Îktîdar bi vê biryarê dixwaze tirs û xofê belav bike. Em ê li dijî van biryaran li ber xwe bidin. Ev 3 serdem in li şaredariyên me qeyûman tayîn dikin û dixwazin îradeya me xesp bikin. Tevî zext û tundiya bi salan jî gel xwedî li vîna xwe derdikeve. Li rexekî qala aştiyê li rexa din jî qeyûman tayîn dikin. Ji duh ve ye em nobetê digirin. Divê her kes xwedî li şaredariya xwe derkeve. Çi bikin jî em ê destûrê nedin wan. Dê çalakiyên me bidomin û dê biçin serdana esnaf û gel.” 
 
'EM LI GEL ŞAREDARIYA XWE NE’ 
 
Endamê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Cemîl Bagaç jî anî ziman ku dê tevî hemû derdorên gel li ber xwe bidin û xwedî li şaredariya xwe derkevin. Bagaç, got ku biryarên di demên dawî de bilezûbez tên dayin tesadûf nînin û wiha pê de çû: “Em ê heta dawiyê xwedî li şaredariya xwe derkevin. Şaredariya Dêrsimê şaredariyeke jirêzê nîne. Ji hêla tifaqan ve tê birêvebirin û şaredariya gel e. Gel xwedî li şaredariya xwe derdikeve û em ê rê nedin qeyûman.” 
 
‘BIRYAREKE SIYASÎ YE’ 
 
Rêvebera Navçeya Navendî ya Dêrsimê ya DEM Partiyê Şenay Kulpak jî bilêv kir ku biryareke siyasî ye û da zanîn ku heta serê sibehê nobet girtine. Şenay Kulpak, diyar kir ku dê nobeta xwe bidomînin û wiha got: “Em ê nehêlin îradeya me were xespkirin. Em ê xwedî li îradeya xwe derkevin. Em bang li gelê Dêrsimê jî dikin ku xwedî li îradeya xwe derkeve. Heke em îro şaredariyan bidin dê sibe welat bidin. Kesekî bi xêra xwe ev şaredarî nedan me. Me bi keda xwe standin û wisa bi hêsanî nadin.” 
 
‘GEL BI ÎRADEYA XWE HILBIJART’
 
Gulşen Oduncu jî bi lêv kir ku xelkê Dêrsimê dê xwedî li îradeya xwe derkeve û wiha axivî: “Weke dêrsimiyan em îro li şaredariya xwe nobetê digirin. Em ê xwedî li îradeya xwe derkevin. Xelkê Dêrsimê bi îradeya xwe ya azad ket hilbijartinê û hevşaredarên xwe hilbijart. Xelkê Dêrsimê xelkekî birûmet e. gotineke dêrsimiyan heye ku dibêjin; ‘Li dijî Dêrsimê sefer dibe lê serkeftin nabe.’ Bi vê hestê em banga xwedîderketinê li gelê xwe dikin.” 
 
MA / Şîrvan Şîlan Çîl