DEM Partî çû serdana YRP’ê: Çareseriya pirsgirêka kurd dê ji bo aştiya Rojhilata Navîn sûdewer be

ENQERE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari têkildarî serdana YRP’ê de axivî û diyar kir ku çareserkirina pirsgirêka kurd dê ji bo aştiya Rojhilata Navîn jî sûdewer be. Serokê Giştî yê YRP’ê Fatîh Erbekan jî got ku divê pêvajo neveşarî lê bi eşkereyî bê birêvebirin.  

 
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan û Serokê Giştî yê Partiya Yenîden Refahê Fatîh Erbakan piştî hevdîtinê daxuyaniyeke hevpar dan. 
 
BERTEKA LI DIJÎ QEYÛM 
 
Di daxuyaniyê de ji ewil Tulay Hatîmogûllari axivî û got ku di hevdîtinê de li ser geşedanên li Tirkiye û herêmê axivî ne. Tulay Hatîmogûllari da zanîn ku li ser tayînkirina qeyûman jî şêwirîne û wiha got: “Di meseleya qeyûman de gelek partiyên siyasî di hevdîtinan de peyamên erênî dan. Di hevdîtina me de jî hate gotin ku qeyûm zirareke mezin dide demokrasiya Tirkiyeyê. Qeyûm bi lez û bez vediguhere rejîmekê. Em dibînin ku ev qeyûm ne tenê bi şaredariyan bisînor e, li dijî hemû kesên serî li ber îktîdarê natewînin tê bikaranîn.” 
 
BANG KIR
 
Bi domdarî Tulay Hatîmogûllari destnîşan kir ku qeyûm dij-demokratîk e, binpêkirina mafê bijartin û hilbijartinê ye, qetilkirina demokrasiyê ye û bi awayekî fiîlî jiholêrakirina hilbijartinan e. Tulay Hatîmogûllari, bi lêv kir ku bi tayînkirina qeyûman re bi destê daraz û polîsan derbeyeke siyasî tê kirin û wiha pê de çû: “Ji bilî îktîdar û şirîkê wê, li Meclisê hemû partiyên siyasî di mijara pêşniyarqanûneke li dijî qeyûm de lihev kirin. Em bang li her 600 wekîlan dikin ku ji bo parastina demokrasiyê piştgiriyê bidin vê pêşniyarqanûnê.” 
 
‘EM DIKARIN VEGUHERÎNIN AŞTIYA CIVAKÎ’
 
Di berdewamê de Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku têkildarî pirsgirêka kurd jî axivîne û wiha got: “Em li ser gavên dikarin bên avêtin şêwirîn. Bi taybet ji 1’ê cotmehê heta niha li Tirkiyeyê bûye rojev. Me her tim got ku çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên aştiyane dê ji bo aştiya Tirkiyeyê û aştiya Rojhilata Navîn jî gelek sûdewer be. Hêvîdarim ku em bikarin nîqaşên îro tên kirin veguherînin aştiyeke civakî.” 
 
 ‘EM HER TIM AMADE NE’
 
Erbakan jî bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û got ku di vê mijarê de mîna DEM Partiyê difikirin. Erbakan, ji bo nîqaşên têkilldarî pirsgirêka kurd jî wiha got: “Têkildarî pirsgirêkên birayên me yên kurd û ji kîjan netewê dibe bila bibe em li ser pirsgirêkên wan ên li herêmê axivîn. Em li ser gavên ku dikarin ji bo çareseriyê bên avêtin şêwirîn. Weke Partiya Yenîden Refahê em her tim dibêjin ku divê mafên birayên me yên kurd ên li Başûrrojhilat û Anatoliyaya Rojhilat bên dayin, daxwazên wan bên cîbicîkirin. Me got ku em ji bo vê her tim amade ne.” 
 
‘NE KUR DÊ BIMÎNIN NE JÎ TIRK’
 
Di berdewamê de Erbakan ev nirxandin kir: “Tirk û kurd birayên hev ên rast in. Heke hûn tirkan ji kurdan veqetînin wê demê ne tirk dimînin ne jî kurd. Lê heke tirk û kurd bibin yek, heke bi hev re bin, wê demê ne Amerîka ne jî Îsraîl nikare li pêşiya wan bisekine. Dinya jî bibe yek nikare wan têk bibe. Em her tim balê dikişînin ser biratiya tirk û kurdan.” 
 
Rojnamegeran pirsa “Gelo nexşerêyek heye?” kirin û Tulay Hatîmogûllari jî wiha bersivand: “Weke ku we jî di pirsa xwe de anî ziman, di vê mijarê de nexşerêyek nehatiye eşkerekirin. Pêvajoyeke birêz Bahçelî didomîne heye.” Tulay Hatîmogûllari got ku di vê mijarê de tu agahî li ber destê wan nînin û wiha domand: “Em careke din dibêjin ku divê ev pêvajoya ji tevahiya raya giştî ya Tirkiyeyê re bi eşkereyî were domandin. Bêguman di vê mijarê de rola akademîsyen, rewşenbîr, nivîskar û her kesên li gel aştiyê hebe. Divê xwêya her kesî di vê şorbeyê de hebe. Em careke din bang li partiyên siyasî, hêzên demokrasiyê, rêxistinên civaka sivîl, derdora akademyê, nivîskar û rewşenbîran dikin ku piştgiriyê bidin.” 
 
QEDEXEYA HEVDÎTINA BI PARÊZERAN 
 
Tulay Hatîmogûllari, pirsa têkildarî qedexeya hevdîtina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a bi parêzeran re jî wiha bersivand: “Qedexeya têkildarî tecrîdê ranebû, tenê pêvajo tê dirêjkirin. Ev sepan, parçeyeke dirêjkirina wê pêvajoyê ye. Di vê mijarê de em hemû mekanîzmayên hiqûqî didomînin. Têkildarî qedexeya hevdîtinê ya ji bo 6 mehan jî dê hewldanên me bidomin.” 
 
‘DIVÊ ZELAL BIN’
 
Erbakan jî pirsa têkildarî nîqaşên heyî wiha bersivand: “Weke ku birêz serok jî anî ziman, YRP dixwaze ku pêvajo eşkere were meşandin û heke gavek were avêtin, heke çareseriyeke pêş bikeve, divê rêxistinên civaka sivîl, partî û rûspiyên herêmê weke muxatab bên girtin. Ji bo çareseriyê jî divê bi tu awayî zirarek negihije yekparetiya milet û dewleta Tirkiyeyê.”