Bertekên li dijî tayînkirina qeyûm mezin dibin: Şaredarî yên gel in

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Gelek siyasetmedar û nûnerên saziyan bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dan û gotin ku dê serîl i ber derbeyan netewînin. 
 
Bertekên li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê her ku diçe zêdetir dibin. Gelek siyasetmedar, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û rewşenbîran bertek nîşanî tayînkirina qeyûm dan. 
 
Hinek bertekên li ser medyaya dijîtal hatine nîşandan wiha ne: 
 
“* Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar: Dê rejîma xespkar û derbekar winda bike. Li Wanê careke din îradeya gelê Kurd hate xespkirin. Zîhniyeta derbekar careke din demokrasî û hiqûq binpê kir. Rejîma dîktayê careke din dijminatiya xwe ya li dijî Kurdan nîşan da. Vê pergala talanê ku xespkirina îradeyê ji xwe re kiriye şêweyê rêvebirinê, bi êrişkirina destkeftiyên gelê Kurd hewl dide hebûna xwe bidomîne. Lêbelê, gelê Kurd di tu serdemên dîrokê de paşvegav neavêtiye û dê neavêje. Dê rejîma talanker û despotîk winda bike. Îktîdara AKP’ê ku çanda derbekar a 12’ê Îlonê bi polîtîkayên qeyûman didomîne û bi destê darazê xefikan li ber gelê Kurd datîne, di dawiya dawî de dê li hemberî îradeya xesp kiriye têk biçe. Kompasên vê rêveberiya xespkar dê tu caran nekare li Kurdistanê hêviya azadiyê tune bike. 
 
* Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş: Debeya di nîvşevê de li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatiye kirin, derbeyeke li dijî vîna gel e. Em; serdegirtina avahiya şaredariyê, avêtina bombeyên gazê yên li ser gel, derbkirina zarok, kal û pîran û bi awayekî derhiqûqî binçavkirina welatiyan qebûl nakin û dê qebûl nekin. Li dijî vê bêhiqûqiyê em li ser pêya ne, dê serî netewînin û têkoşîna xwe ya mafdar biparêzin. Baş bizanin ku gelê Wanê bi tenê nîne. Şaredarî ne yên zîhniyeta xespkar û qeyûmperest in, yên gelê ku ew bi keda xwe xemilandin in! 
 
* Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak: Du hevşaredarên Wanê yên xweşik, birûmet û hilbijartî hene! Dê gelê Wanê wan her tim wisa bibîne! Gelo bi rastî jî hûn kî ne? Gelo hûn kî ne? 
 
* Aborînas Nesrîn Nas: Serkeftina di hilbijartinê de sûc e, lihevkirina bajar sûc e, alîgiriya DEM Partiyê û CHP’ê sûc e, namzetiya serokkomariyê sûc e... Gelo tu cihê van sûcan di qanûna cezayê de heye? Tune ye! Endamên îktîdarê ku her tim gotina jiberkirî ya Tirkiye dewleta hiqûqê ye dubare dikin, gelo ev kiryar bi xema wan in? 
 
* Akademîsyenên Aştiyê: Mîna di sepanên qeyûm ên li şaredariyên din, tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê jî hiqûqî nîne, xespkirina îradeya gelê Wanê ye ku îradeya xwe bi eşkereyî raber kir. Dawî li sepana xespkirina îradeyê bînin û hemû binçavkiriyan berdin. 
 
* Navenda Giştî ya KESK’ê: Mixabin welatê me careke din bi derbeya qeyûm hişyar bû. Careke din mafên herî demokratîk ên bijartin û hilbijartinê hate xespkirin. Îktîdara siyasî li şûna ku rêzê ji bo îradeya gel bigire, careke din serî lşi polîtîkaya qeyûm da. Em dizanin ku polîtîkaya qeyûm gefeke li dijî hemû kesên bi demokrasî, aştî û kedê re ne. Mafê tu kesekî nîne xwe deyne şûna îradeya gel û darazê. Her çend ev yek veguherîbe taybetiyeke sereke ya rejîmê jî, me derbeyên li dijî demokrasiyê qebûl nekirin û dê qebûl nekin. Divê demildest dev ji vê derbeya li dijî îradeya gel berdin.”