Şandeya Îmraliyê li Silêmaniyê daxuyanî da: Hemû aktorên Kurd dê rolekî dîrokî bilîzin

SILÊMANIYE - Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê li ser gora Celal Talabanî daxuyanî da. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir diyar kir ku hemû aktorên Kurd dê di vê pêvajoyê de rolekî dîrokî bilîzin û got: "Gelê Kurd dê bi pêşengtiya rêzdar Ocalan destkeftiyên mezin bi dest bixe.  

 
Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) serdanên xwe yên li Herêma Federe ya Kurdistanê ku li Hewlêrê dabû destpêkirin, îro li Silêmaniyeyê domand. Şandeyê îro li Debaşanê (Mala Celal Talabanî) bi Serokê Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK) Bafil Talabanî û Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Federe ya Kurdistanê Qubad Talabanî re hevdîtin kir.
 
Şandeyê piştî hevdîtinê, li ser gora Celal Talabanî daxuyanî da. 
 
‘AKTORÊN KURD DÊ DI VÊ PEVAJOYÊ DE ROLEKÎ DÎROKÎ BILÎZIN’
 
Li ser navê şandeyê Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir axivî. Bayindir, wiha got: “Me peyamên birêz Ocalan gihand rêzdar Bafil û Qubad Talabanî. Me nêzî saetek û nîvan hevdîtineke girîng kir. Me li ser pêşeroja gelê Kurd, pêşeroja Rojava û aştiya navxweyî ya Kurdistan û Tirkiyeyê nîqaş kir. Me dît ku rola Mam Celal a ji bo aştî û lihevhatinê beriya niha lîst, îro birêz Bafil û Qubad Talabanî jî dilîzîn. Wê aktorên Kurd di vê pêvajoyê de roleke dîrokî bilîzin, em ji vê yekê bawer in. Em gelek spas dikin ku xwedî helwesteke bi vî rengî ne.  Bila gelê me, gelê Kurdistanê dilrehet bin, hemû aktorên Kurdan îro jî bi vê dîdariya me derket holê ku bi dilxweşî, wê bi biratî bi hemû hêz û qeweta xwe dê piştgiriyê bidin proseya aştiyê û lihevhatinê. Ji ber vê yekê ji bo encama vê hevdîtina me em gelekî dilxweş û kêfxweş in.  
 
KURD DÊ BI PÊŞENGIYA OCALAN DESTKEFTIYÊN MEZIN BI DEST BIXIN
 
Di rojeva gelê Kurd de li Rojava, li Başûr li Rojhilat gelekî alozî jî hene. Lê belê hêvî û bendewariyên me yên mezin jî ji bo serkeftinê ji bo milletê Kurd hene. Îro li ser bingeha yekitiyê, li ser yekitiyê hemû aktor û hêzên Kurdan 3 roj e em li başûrê Kurdistanê bi aktorên Kurd re hevdîtinan dikin. Hemû aktor tiştekî dibêjin; çareseriya pirsgirêka Kurd bi pêşengiya rêzdar Ocalan dê hemû Kurd destkeftiyên mezin bi dest bixin. Çareserî û proseya aştiyê bi pêşengiya rêzdar Ocalan em bi rêzdar Ocalan bi înîsiyatîfa wî û hêza wî bawer in û em bi hemû heza xwe çi ji destê me were ji bo çareserî bipêş bikeve em li gel rêzdar Ocalan in, li gel hêz û înîsiyatîfa wî ne. Lewma em li gel şandeya xwe em dikarin ji gelê xwe re ji hemû dinyayê re ji cîhanê re parve bikin. Kurd ji bo pêvajoya aştiyê yek in. Hemû aktor û hîzbên Kurdan ji bo aştiyê ji bo ku destkeftiyên xwe biparêz in, bipêş bixin helwesta yekitiyê heye. Ev ji bo gelê me ji bo gelê Kurdistan hêviyeke pir mezin e. 
 
Ya duyemîn;  berê me dixwest hemû hizbên siyasî ev şandeya me dîdarî li dar bixe. Lê bes derfetên me tunebûn em bi hizbên siyasî ku me hevdîtin bi wan re nekir, li ser navê şandeyê lêborînê dixwazin. Bila bizanibin rêzdar Ocalan qedir û qîmeteke herî mezin dide her ferdekî. Em silavên rêzdar Ocalan ji bo hizbên siyasî yên başûre Kurdistanê ku me dîdarî li gel wan nekiriye em silavên Ocalan ji wan re rêdikin. Em hevî û bendewarî li wan dikin ku proseya ku rêzdar Ocalan dixwaze bipêş bixe hemû aktorên Kurdan ku me hevdîtin bi wan re nekiriye em piştiriya wan dixwazin. 
 
HEVDÎTINÊN LI BAŞÛR BI DAWÎ BÛN
 
Bi kurtasî em dîsa silavên xwe, dilsozî û dilgermiya xwe ji bo şandeya Yekitiya Niştimanî Kurdistanê dikin, bi taybetî jî ji bo serokê Yekitiya Niştimanî Kurdistanê Bafil Talabanî û Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Federe ya Kurdistanê rêzdar Qubad Talabanî dikin. Şandeya me hevdîtinên xwe îro li vê derê li Silêmaniyeyê bi dawî dike. Em ê berê xwe bidin Hewlêrê û şandeya me dê sibê biçe Tirkiyeyê. Roj ne diyar e lê di pêşerojê de şandeya me dê der barê van hemû hevdîtinan de ji raya giştî re, ji gelê me re daxuyaniyeke bi nivîskî parve bike. Em dîsa li ser navê şandeyê we bi rêzdarî silav dikin.”