NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan diyar kir ku dê sibe bi Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê re hevdîtinê bike.
Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di civîna koma partiya xwe de geşedanên di rojevê de nirxand. Erdogan, ragihand ku dê sibe bi Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) re hevdîtinê bike.
Erdogan, têkildarî mijarê got: “Weke Tifaqa Cumhurê em vê pêvajoyê bi baldarî û bisebir dimeşînin. Em ê vê pêvajoyê bi ji bo welatê xwe bixêr biencam bikin. Em ê sibe şandeya DEM Partiyê qebûl bikin û pê re hevdîtinê bikin.”