ENQERE – DEM Partî ji bo vegotina banga Abdullah Ocalan dest bi serdana malan dike.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), ji bo "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27 'ê Sibatê de kiribû, bernameyeke serdanên malan da destpêkirin. Di çarçoveya vê plansaziyê de wê DEM Partî bi ziyaretên li her dera Tirkiye û Kurdistanê re yek bi yek têkiliyê deyne.
DÊ PÊVAJO BI GEL RE BÊ NÎQAŞKIRIN
Serdanên ku wê bi dirûşma ‘Ji bo Aştî û Civaka Demokratîk Serdanên Malan’ bên kirin, tê payîn ku heta dawiya mehê dewam bikin. Hevserokên DEM Partiyê Tûncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari, endamên MYK û PM'ê, parlamenter, hevşaredar, endamên meclîsa jin û ciwanan, her wiha nûnerên rêxistinên bajar û navçeyan jî wê beşdarî ziyaretan bibin û li ser bangawazî û pêvajoyê raya giştî bê agahdarkirin. Di serdanan de wê bi rêya diyalog, muzakere û rêbazên têkoşînê nîqaş bi gel re bên kirin û nameyên ji aliyê Hevserokên DEM Partiyê ve hatine nivîsandin radestî welatiyan bên kirin.
Beriya niha di civînên gel ên di vê çarçoveyê de hatin lidarxistin de, li 140 navendan têkilî bi zêdeyî 50 hezar kesî re hatibû danîn. Di hevdîtinan de her wiha nêrînên Abdullah Ocalan bi raya giştî re hatin parvekirin.
MA / Mehmet Aslan