STENBOL - Ciwanên li navçeya Yenîbosnayê hatin bahev, bi armanca balê bikişînin ser tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakî li dar xistin.
Ciwanên Welatparêz ên li navçeya Yenîbosna ya Stenbolê hatin bahev, ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa T a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û 990 roj in agahî jê nayên wergirtin çalakî li dar xistin. Ciwanên li kolanên Yenîbosnayê bi meşekê tecrîd şermezar kirin, li kolanan dirûşmeya “Ciwan fedayiyên Rêber Apo ne” berz kirin.