STENBOL - Nûnerên rêxistinên ciwanan diyar kirin ku çûyina derveyî welat a ciwanan a ji ber krîza aborî çareserî nîne û wiha gotin: “Çareserî, têkoşîna birêxistinkirî ye.”
Li gorî rapora Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) ya gulana 2024’an, ji sedî 15’ê nifûsa Tirkiyeyê ji ciwanên temenê wan di navbera 15-24’ê saliyê de pêk tê ku ev jî teqebûlî 12 milyon û 872 hezar û 39 kesan dike. Li gorî van daneyan, rêjeya bêkariyê ya ciwanan jî ji sedî 17.4 e. Li gorî rapora Navenda Lêkolînan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Şoreşger (DÎSK-AR)jî ji sala 2023’yan ve ji 11 milyon û 831 ciwanan 2 milyon û 661 hezar kes ne di perwerdeyê de ne jî di îstîhdamê de cih digirin. Li gorî raporê, ji her 5 ciwanan yek jê bêkar e.
Li gorî anketa Komeleya Konrad-Adenauer-Stiftung (KAS) a navenda wê Almanyayê di sala 2022’yan kiribû, ji sedî 72.9’ê ciwanan dibêjin ku heke derfet bê dayin dê biçin derveyî welat û li wir bijîn.
Hevserokê Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Muslum Koyun û endama Meclisa Ciwanan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Ozlem Damla Arik têkildarî pirsgirêkên ciwanan û çareseriyan axivîn.
‘REV NABE ÇARESERÎ’
Koyun, diyar kir ku temenê karkeriyê her ku diçe dikeve û wiha got: “Karkeriya zarokan a pergala kapîtalîst pêş xistî, îro bi destê MESEM’ê tê rewakirin. Piraniya xwendekarên zanîngehê jî dixebitin. Daxwaza çûna derveyî welat a ciwanan nabe çareserî. Li şûna êşên şexsî, divê mirov li veguherîna civakî binêre. Çareseriya vê jî çûna derveyî welat nîne. Heke hûn nenarin cihê xwe bikin bihûşt, her devera hûn diçinê dê dojeh be. Ma em ê çima vê derê ji çendek patronan re bihêlin? Divê mirov nereve, têbikoşe.”
Koyun, anî ziman ku krîza aborî û şer di nava ciwanan de rê li ber hêrseke kaotîk vedike û wiha pê de çû: “Dema dixwazin ji vê rewşê xelas bikin jî serî li rêyên cida didin. Êrişa li Eskîşehîrê mînaka vê ye. Belasebeb êrişî kesên li mizgeftê dike. Piştre em hîn bûn ku manîfestoyeke wî heye û qala rizîbûnê dike. Lê li şûna ku berê hêrsa xwe bide pergala faşîst û kapîtalîst, dide kesên bindest, kurdan, jinan. Peywirên ciwanan ên li dijî polîtîkayên şerê taybet hene. Divê ciwanan bibin hêza guherîn û veguherînê. Roj roja têkoşîna li dijî şerê taybet û gavavêtinê ye.”
PIRSGIRÊKÊN CIWANAN
Xwendekara Zanîngeha Bogazîçiyê û endama Meclisa Ciwanan a HDK’ê Ozlem Damla Arik jî got ku ciwan hem dixwînin hem jî dixebitin. Arik, destnîşan kir ku dema ciwan tê gotin ji ewil pirsgirêka aboriyê tê bîra mirov û wiha got: “Wargehên dewletê yan jî yên zanîngehah pirsgirêka cihê mayinê yê ciwanan çareser nake. Lewma xwendekarên hem dixwînin hem dixebitin anku karker derdikeve holê.”
FIKARÊN JI BO PÊŞEROJÊ
Arik, da zanîn ku pirsgirêkên aboriyê fikarên ciwanan zêde dikin û wiha pê de çû: “Motîvasyona wan têk dibe. Ciwanên ku fikarên wan ji bo pêşerojê hene û ji ber nebaweriya bi pêşerojê apolîtîk bûyîn û di nava pergalê de li çareseriyê digerin hatine gihandin. Divê hêrsa ciwanan were analîzkirin. Ji vê hêrsê ya faşîst jî heye û divê li dijî wê têkoşîn were kirin. Belê rast e pirsgirêkên aboriyê yên ciwanan hene lê pirsgirêkên siyasî jî hene. Divê em van pirsgirêkan baş vebêjin û li dijî wê ciwanan birêxistin bikin.”
BANGA TÊKOŞÎNA BIRÊXISTINKIRÎ LI CIWANAN KIR
Arik, anî ziman ku çûyina ciwanan a derveyî welat çareserî nîne û axaftina xwe wiha qedand: “Divê ciwan li dijî vê rewşê bên birêxistinkirin. Piranî daxwaza çûna derveyî welat heye. Di esasê xwe de çareserî ew e ku mirov pirsgirêka aboriyê ya ciwanan û pirsgirêkên siyasî bikare bi hev ve girê bide. Anku divê mirov ciwanan polîtîk bike. Di vê çarçoveyê de hewceye ciwan bên birêxistinkirin.”