NAVENDA NÛÇEYAN - Noxteyên destpêkê yên "Meşa Dirêj" ku dê di 15-20'ê Îlonê de li Almanyayê bê lidarxistin diyar bûn.
Ciwanên Kurdistanî û enternasyonalîst wê di navbera 15-20’ê Îlonê de li Elmanyayê çalakiya Meşa Dirêj lidar bixin. Navên cihên ji bo destpêkirina çalakiyê, hatin eşkerekirin. Çalakî wê ji bajarê Bielefeld ê eyaleta Bakurê Ren-Vestfalya (NRW) a Elmanyayê destpê bike, li bajarê Duisburg bi dawî bibe. Ji bo tevlîbûna çalakiyê, ciwan hîn jî bang dikin.
Komîteya Amadekar a Meşa Dirêj di 22’yê Tebaxê de daxuyaniyek dabû û hûrgiliyên çalakiyê eşkere kiribûn. Di daxuyaniyeke nû ya ji aliyê Komîteya Amadekar ve hatî dayîn de jî, navên cih û saetên destpêkirina çalakiya Meşa Dirêj hatin weşandin.
Li gorî vê saet û cihên destpêkirina çalakiyê:
“15.09.2024 - Kombûn
Cih: Herbert Hinnendahl-Strasse 11,
33602 Bielefeld
Saet: 11.00
16.09.2024
Cih: Bielefeld HBF
Saet: 08.00
17.09.2024
Cih: Hamm HBF
Saet: 09.00
18.09.2024
Cih: Dortmund HBF
Saet: 09.00
19.09.2024
Cih: Essen HBF
Saet: 09.00
20.09.2024
Cih: Dûraka Tramvay a Marxloh Pollman
(Ji Duisburg HBF’ê bi tramvaya hejmara 903’yê hûn dikarin xwe bigihînin vî cihî.)
Saet: 09.00."