Geliyê Botanê bi rengên biharê xemilî

ŞIRNEX - Tevî ku îsal barîn kêm jî bûn, bi hatina biharê re Geliyê Botanê bi rengên biharê xemilî.

Geliyê Botanê ku di navbera navçeyên Hezez û Basayê yên Şirnexê de dimîne, bi germbûna hewayî re bi rengên biharê xemilî. Gelî, bi çîçekên reng bi reng xemilî û bi rengên biharê re Qesra Elo Dîno ya li gundê Bafê û derdora wê jî bi rengîniya xwe geştiyaran mest dike. Geliyê ku bi rengên Beybûnan xwe xemilandiye, bi dengê çûkan re heke gotin di cih de be hişê mirov disekinîne. Bi darên berû, kezwan û çinarê jî gelî dîmenên xweşik pêşkeş dike. 
 
Gelî, bi heybeta xwe geştiyaran mest dike. 
 
MA / Omer Erdogan