STENBOL - Tersaneyên Tûzlayê ku hema bêje her roj qezayeke karî lê diqewimin, ji bo karkeran dojeh, ji bo kardêran jî bihuşta kirêkariyê ye. Nexweşxaneyên ku wan û fîrmayên kirêkar li hev kiriye, qezayên diqewimin wekî "qezaya karî" qeyd nakin.
Tersaneyên li Tûzla û Yalovayê ku piraniay keştiyan li van deran tên çêkirin û tên selihandin, hema bêje ji bo karkeran dojeh in. Li tersaneya Tûzlayê 47 fîrma dişixulin. Tevî fîrmayên din ên biçûk hemara fîrmayên li van tersaneyan dişixulin 83 ye. Her wiha havînê girêdayî van fîrmayan 20 hezar û zivistanê kî 30-35 hezar karker dişixulin.
Karkerên wekî "bêwesf" tên binavkirin rojaneya wan 80-120 TL ye. Ev kes karên ber destan, hemaltî û paqijiyê dikin. Piraniya van karkeran zivistanê dişixulin û havînê jî ji kar tên derxistin. Sedema vê jî havînê karê tersaneyan kêm e. Her wiha karên ku serê sibehês aet di 8'an de dest bi kar dikin piranî jê li taxên nêzî tersaneyan dijîn. Piraniya wan bi usûla rojaneyê tên lixulandin û prîmên wan ên SGK'ê jî rojane tên razandin. Karkerên ku neçin kar hem rojaneya wan hem jî prîma SGK'ê ya roja neçûne kar nayê razandin. Ev karkerên ku bi rojaneyeke pir kêm tên şixulandin di dema destûr acejnê, betlaneyên fermî de jî dişuxilin û bi vê mesaiya zêde debara xwe dikin.
Piraniya karkerên li tersaneya Tûzlayê dişixulin girêdayî fîrmaya kirêkar (taşeron) in. Hin karkerên ku me hevdîtin bi wan re kirin, gava me ji wan pirsî "Li kuderê dişixulî?" gotin. "Ez ji Ahmed, ji Kemal re dişixulim."
XWARINGEHA WAN TUNEYE
Li van tersaneyan xwaringehek jî tuneye ku karker lê xwarna xwe bixun. Ji ber vê karker di hundirê bereqeyên serobero, konteyneran de xwarina xwe dixun. Karker, ji bo çayê jî di nav xwe de pera kom dikin, pê dem û şekir dikirin û çaya xwe çêdikin.
DI 6 SALAN DE 176 KARKER MIRIN
Li Tirkiyeyê ji sektorên ku herî zêde cinayetên karî lê çêdibin yek jê jî sektora tersaneyê ye. Li gorî daneyên Meclîsa Tenduristiya Kar û Ewlehiya Karî (ÎSÎG) ji sala 2013'an heya 2019'an bi giştî 176 karker li tersaneyan di cinayetên karî de jiyana xwe ji dest dane.
Hema bêje li tersaneyan her roj qezayên karî çêdibin. Dibe ku li gor berê kêm bûbe, lê qezayên çêdibin jî wekî "qezaya karî" nayên qeydkirin. Karkerên ku ji ber qezaya karî birîndar dibin, li nexweşxaneyên ku fîrmayên tersaneyê peyman bi wan re çêkirine tên tedawîkirin. Li gorî agahiyên ku me ji karkeran girtin, ev nexweşxane gava qeydê çêdikin jî weke tiştekî ji rêzê qeyd dikin. Gava wekî "qezaya karî" bê qeydkirin ev tê wateya ku dê tersane bê kontrolkirin. Ev jî ji bo patronên tersaneyan zirar û lêçûneke mezin e. Loma kardêr ji bo hem ji vê lêçûnê xelas bibin hem jî ji bo tersane neyên kotrolkirin qezayên karî wekî qezayên ji rêzê didin qeydkirin.
BÊRÊXISTIN IN
Piraniya karkerên li herêma tersaneyan a Tûzlayê dişixulin nebirêxistinkirî û ne endamê sendîkayekê ne. Li herêmê Sendîkaya Dok Gemî ÎŞ'ê, Sendîkaya Karkerên Lîmanê û Sendîkaya Karî ya Lîmterê dixebitin. Li Tûzlaya ku 20 hezar karker di tersaneyan de dişixulu sê sendîka hene lê belê li seranserê Tirkiyeyê hejmara endamên wan 8 hezar û 94 e.
Ligel vê karkerên ku hewl didin xwe bi xwe xwe birêxistin bikin jî tim û tim bi zext û zoriyên kardêran re rû bi rû dimînin. Berê jî karkeran ji bo prîmên sîgorteyê bi awayekî bi rêk û pêk bên razandin, şert û mercên tenduristiya karkeran û ewlehiya karî baş pêk bên hwd. têkoşiyabûn û hin maf bi dest xistibûn.
MA / Erdogan Alayûmat - Nacî Kaya