ENQERE - AYM’ê, cezayên ji ber dirûşm û pankartên di protestoyên komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan de hatibû dayin weke “binpêkirin” qebûl kir.
Di 15’ê sibata sala 2015’an de bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê di tecrîdê de tê ragirtin, li pêşiya avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Sêrtê daxuyanî hate dayin. Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê jî di pêvajoya piştre de Abdulhakîm Ekîncî jî di nav de derheqê gelek kesan bi îdiayên “Propagandaya rêxistinê” û “Tevî hişyariyê jî belav nebûn” îdianame amade kir. Di îdianameyê de pankartên “Em ê komploya 15’ê Sibatê bi Rêbertiya azad ronî bikin”, “Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne”, “Bijî Serok Apo, Deşta Sêrtê Deşa Apoyiyan e”, “Zext nikarin me têk bibin” û dirûşmên “Dewleta kujer dê hesabê bide” û “PKK gel e, gel li vir e” weke hincet hatin nîşandan.
CEZAYÊ PROPAGANDAYÊ HATE DAYIN
Di dozê de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” salek cezayê hefsê li Ekîncî hate birîn. Ji bo îdiaya “Tevî hişyariyê belav nebûne” jî bi sedema “Hêmayên sûc çênebûne” biryara beraetê hate dayin. 3’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind, di 13’ê kanûna 2021’ê de cezayê ji bo Ekîncî hatibû dayin erê kir. Ekîncî, di 22’yê sibata 2022’yan de jî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da.
Di serlêdanê de hate gotin ku “Mafê lidarxistina civîn û xwepêşandanan hatiye binpêkirin.” Di heman demê de hate diyarkirin ku darazê derheqê heman bûyerê de ji bo kesên cuda biryarên cuda daye û “rêgeza wekheviyê” binpê kiriye.
BAL KIŞAND SER ‘BINPÊKIRINA DESTÛRA BINGEHÎN’
AYM’ê bal kişand ser biryarên mîna berê û wiha got: “Sûcê propagandayê weke sûcê xetere yê razber hatiye qebûlkirin û ev yek di serî de azadiya xweîfadekirinê, potansiyela wê heye ku zextê li ser maf û azadiyên di destûra bingehîn de cih digirin çêbike.”
AYM’ê di biryara xwe de got ku mudaxileyên bêyî hincet ên li dijî mafê “lidarxistina civîn û xwepêşandanan” rê li ber binpêkirina xala têkildarî a Destûra Bingehîn vedike.
AYM: HINCET NEHATIYE FÊMKIRIN
Di biryarê de hate destnîşankirin ku dadgeha herêmî tevlibûna Ekîncî ya çalakiyekê ji bo girtina wî bes dîtiye. Bi domdarî hate diyarkirin ku tu hêmayên şênber ên ku Ekîncî li cihekî cuda çalakî li dar xistibe nehatine nîşandan û got: “Di hinceta dadgehê de nehatiye fêmkirin bê ka çalakiya bûye mijara mudaxilekirinê bi kîjan awayî rêbazên tundî û gefxwarinê yên rêxistina terorê rewa nîşan dide.”
AYM’ê biryar da ku hincetên di biryara dadgehê de cih digirin “pêdiviyeke mecbûrî ya civakî pêşwazî nake.” Her wiha got ku di biryarê de nakokî hene.
AYM’ê bi piraniya dengan biryar da ku mafê lidarxistina civîn û xwepêşandanan hatiye binpêkirin. Her wiha biryar da ku 30 hezar TL weke tazmînata manewî ji Ekîncî re were dayin.
Ji endaman Yildiz Seferînoglû û Omer Çinar tev li biryarê nebûn.
MA / Firat Can Arslan