ARTVÎN - Îsal ji ber rîska şewba vîrûsa corona komkirin û paletiya çayê zahmet e. Çotkarê çayê Kamil Ustabaş, diyar kir ku salê 3 caran berhemê çayê kom dikin û ger ku berhemê ewil kom nekin dê çay di nava zeviyê de xera bibe û êdî kêrî tiştekî nayê.
Li Tirkiyeyê herî zêde çay li Rîze, Trabzon, Artvîn û Giresûn tê çandin. Li gorî daneyê Midûriyeta Giştî ya Karê Çayê (Çaykur) her sal li Rize, Trabzon, Artvin û Giresunê 830 hezar dekar zevî çay tê çandin. Ji vê qadê di navbera 1 milyon û 1 milyon û 200 hezar ton de çay tê komkirin. Ji sedî 151'ê wê li sektorên taybet û ji sedî 46'ê wê jî li fabrîqeyên girêdayî Çaykurê tê hilberîn. Salê nêzî 220- 250 hezar ton çay tê hilberîn.
BERHEMÊ EWIL NEYÊ KOMKIRIN ÇAY DÊ LI NAVA ZEVIYÊ XERA BIBE
Îsal ji ber şewba pantemî ya vîrûsa corona (Covid-19) hilberînerên çayê bi fikar in. Ji ber şewbê karker nikarin biçin çayê kom bikin. Ger ku berhemê ewil ê çayê neyê komkirin çay dê li nava zeviyan xera bibe. Bi taybetî karkerên çayê yên ji Gurcistan, Azerbaycan û bajarên din dihatin, ji ber çûn û hatina nava bajaran qedexe ye dibe ku rençberên çayê karkeran nebînin. Nêzi 40-50 40 hezar karkerên çayê ku ji derve dihatin, dibe ku îsal neçin karê çayê. Ev yek jî dê bibe sedem ku çay di nava zeviyan de xera bibe. Rêveberê Mala Gel û çotkarê Çayê yê Navçeya Hopa ya Artvînê Kamil Ustabaş li ser rîska îsal ji bo çayê axivî.
YEKÎNEYÊN ZIBARÊ
Ustaaş, anî ziman ku piranî karker ji Gurcistanê tên Hopayê karê çayê dikin û wiha got: "Îsal ji ber qedexeyên çûn û hatinê dibe ku karker nikaribin bên. Ger ku karker neyên rewşa rençberên çayê dê pir xerab be. Ger ku qedexe bidame, rêxistinên demokratik ên herêmê dê serî li rêbazên alternatif bidin. Em wekî Malên Gel dê serî li rêbazên Yekîneyên Zibarê bidin. Em dê bi awayekî kolektif û zibarê dor bi dor biçin paletiyê bikin. Em ê yekîneyên zibarê ava bikin. Lê dîsa hêjmar têr nake. Divê hikûmet biryarê li ber çavan bigire.
'DIVÊ ÇAY LI NAVA ZEVIYAN NEBÎNE'
Ustabuş, rayedar hişyar kirin û diyar kir ku divê teqez hilberîna çayê bê kiri nû wiha got: "Ger ku berhevkirina ewil a çayê neyê kirin dê çay di nava zeviyan de xerabibe."
Ustabaş xwest her çotkar û rençber bi xwe hilberînê xwe kom bike û bi xwe zend û bendên xwe babide û têkevin nave zeviyên xwe. Ustabaş xwest rayedarên dewletê jî derfetan ava bikin û wiha bidawî kir: "Divê odeyên çandiniyê, hilberinerên çayê, komele û kooperatif li gel rêxistinên demokratîk komisyonên hevpar avabikin û bi hevre alîkaiya hevbikin. "
Ustabaş, xwest hem kesên ji derve bên û hem jî kesên li herêmê beriya dest bi karê berhevkirinê bikin di kontrola tenduristiyê re bêne derbas kirin û got: "divê em destûr nedin ku vîrûs belav bibe. Bi taybetî heta niha li hin navçeyên Artvinê hêj vîrûs nehatiey dîtin. Divê vîrûs heyê vê herêmê. Ger ku demsala berhevkirina çayê dest pê bike, ji ber çûn û hatine rîska vîrûs belav bibe heye. Hem karkerên fabrîqeyê û hem jî karkerên nava zeviyan dê temasa wan zêde bibe. Ev yek dê rîskê zêde bike."
Ustabaş, herî dawî ji rayedaran xwest ku kotaya çayê rakin û buhayê çayê zêde bikin.
MA / Tolga Guney