Li Geverê 117 esnafan dikanên xwe girtin
- aborî-ked
- 09:16 13/12/2020
Esnafên Geverê ku ji ber qedexeya derketina derve rewşa wan xirab bûbû, niha jî ji ber krîza aborî, desteserkirina berên wan û pêvajoya pandemiyê zehmetiyê dikişînin. Serokê YETSO'yê Vedat Çogaç, diyar kir ku di 10 mehan de 117 esnafan dikanên xwe girtin û xwest di warê kirê de piştgiriya esnafan bê kirin.