Heywanên xwe li kuçeyan diçêrîne
- aborî-ked
- 09:00 25/4/2020
Halîl Borê ku her sal biharê ji bo heywanên xwe biçêrîne diçe quntarên Çiyayê Erekê, îsal ji ber şewba coronayê heywanên xwe li kuçeyên Taxa Xaçortê diçêrîne.
Halîl Borê ku her sal biharê ji bo heywanên xwe biçêrîne diçe quntarên Çiyayê Erekê, îsal ji ber şewba coronayê heywanên xwe li kuçeyên Taxa Xaçortê diçêrîne.
Konseya Navenda TTB’ê, di rapora derbarê mirina Dr. Erdînç Şahîn ê piştî tedawiya Kovîd-19 jiyana xwe ji dest da de, pirsa sedema mirina wî ji Wezareta Tendurisiyê kir.
Paltforma Şaxên Sendîkayên Karkeran ên Stenbolê, xwest ku 1’ê Gulanê bi “qedexeyê” neyê bîranîn û destnîşan kir ku dê 1’ê Gulanê li hemû kargehên ku lê bi rêxistinkirîne pîroz bikin.
Di rapora Evîd-Sen’ê de qala rewşa jinên ku karkerên malan e hat kirin û hat destnîşankirin ku ewlehiya canê jinên karkerên malan nemaye û karê wan li benda rehma Xwedê ye.
Aborînas û Nivîskarê Rojnameya Xwebûnê Ramazan Tunç bi sernavê "Piyaseya hirçê û slumpflasyon" gotarek ji rojnameyê re nivîsî. Tunç, diyar kir ku Dahata Neteweyî ya Giştî (DNG) ya Tirkiyeyê di sala 2020’an de wê ji %5 dakeve û enflasyon jî wê li derdora %18’an be û got: "Aboriya Tirkiyeyê wê ji %8 tengav bibe. Ev tengavbûn nêzikî 60 milyar dolarî ye."
Serokê Giştî yê Sendîkaya Dev Yapi-Îş'ê Ozgur Karabûlût, anî ziman ku hin fîrmayên înşeatê ligel biryara qedexeya derketina derve bi hin destûrên taybet karkeran didin şixulandin û bertek nîşanî vê rewşê d: "Berjewendiyên patronan di ser her tştî re ye."
Welatiyên ku beriya qedexe dest pê bike ji bo amadekariyên rojiya Rezezanê derketin kolanan, ji bo bi erzanî pêdiviyên xwe bigirin ji sibê heta êvarî li kolanan geriyan. Malbatên ku nikarin debara xwe bikin jî an ji dikanên taxê deyn kirin an jî ji qertên Qrediyan pere kişandin.
Rêxistina pîlekirina qrêdiyan a Navneteweyî Fitch Ratings, diyar kir ku îsal ji ber şewba Covid-19 dê bi awayekî nehatiye dîtin rawestînek kurevî pêş bikeve û îsal aboriya Tirkiye dê teng bibe.
Li Êlihê zarokên ku di van şert û mercên coronayê de tên şixulandin, li kuçe û kolanan bermayiyan berhev dikin.
Banka Navendî rêjeya faîzê 1 puan kêm kir û ji 9.75'an daxist 8.75'an. Dolar jî derket 6,9998 tl.
Serokê Şaxa Jimara 2’an a Saglik-Senê ya Îzmîrê Ekrem Ozdemîr diyar kir ku Wezareta Tenduristiyê di navbera xebatkarên tenduristiyê de cudakariyê dike.
Endamên ESP’ê xwestin karker û kedkar roja 1’ê Gulanê li her deverî daxwazên xwe bînin ziman.
Rêxistinên ked û demokrasiyê DÎSK, KESK, TMMOB, TTB û hevparên 1'ê Gulanê, li ser rêya onlinê civîna çapemeniyê li dar xistin. Hevseroka Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu, diyar kir ku dê 1'ê Gulanê li ser medya civakî pîroz bikin û li Taksimê jî bîranînek sembolîk pêk bînin.
Yek ji hatina Tirkiyê ya aborî tûrîzm e. Turîzm sekini û krîza aborî jî kûr bû. Aborînas Sabrî Oncu şewba koronayê her çiqas di demek kin de hildin bin kontrole jî lê bi taybetî rojên dijwar li benda aliyên hatin wan kêm e.
Hem esnafên bazara li Rêya Armûşê hem jî welatiyên diçin bazarê ji rewşa heyî nerazîne. Welatiyan anîn ziman ku meha Remezanê hatiye, lê dîsa jî fiyet biha ne û ji ber vê nikarin pêdiviyên xwe bikirin û esnafan jî got, fêkî û zebzebên di dest wan de mane xera dibin.