Xwebûn bi manşeta ‘Komara Qayûman’ derket

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 257’an a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Komara Qayûman” derket. 

Rojnameya Xwebûnê di vê hejmara xwe ya 257’an de bi kirmanckî manşeta “Komara Qayûman” derxist pêş. Rojnameyê cih da nivîsa Nivîskar Xido Kokim û bal kişand ser polîtîkayên qeyûm ên li djî gel. Nivîskar Xido Kokim detnîşan kir ku desthilat ji 2016’an heta niha nêzî 160 qeyûm tayînî şaredariyên kurdan kiriye û bi dizî, talan û wêrankirinê xwe bi rêve dibe. 
 
Rojnameyê di surmanşetê de nivîsa rûpela Jinê ya bi sernavê “Perwerde û guherîna mêran” cih da nivîsa Sorgul Şêxo. Sorgul Şêxo di nivîsa xwe de destnîşan dike ku pêwiste di vê sedsalê de êdi mêr ji hêla jinên ku şoreş pêk anîne ve bêne perwerdekirin. 
 
Rojnameyê di rûpela serbest de jî cih da nirxandinek Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li ser şert û mêrcên Girtîgeha Girava Îmraliyê û pêdiviya têkoşînê.