AVENDA NÛÇEYAN - Jinên di çarçoveya 25’ê Mijdarê de daketin qadan diyar kirin ku dê têkoşîna xwe ya li dijî tundiyê bidomînin û wiha gotin: “Civaka azad dê bi têkoşîna jinan bê avakirin.”
Çalakiyên di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî li gelek bajaran berdewam in.
WAN
Li Wanê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li pêşiya Girtîgeha Wanê daxuyanî hate dayin. Gelek jin tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Li dijî tecrîd û tundiya li girtîgehan, jin, jiyan, azadî” hate hilgirtin. Metna daxuyaniyê ji hêla Hevseroka DEM Partiyê ya Rêya Armûşê Nûrhayat Polat ve hat xwendin.
Nûrhayat polat anî ziman ku di hemû qadên jiyanê de li dijî jinan tundî tê kirin û wiha got: “Ev tundî, çavkaniya xwe ji şer digire.” Nûrhayat Polat şerên li seranserî cîhanê bi bîr xist û bal kişand ser biryarên darvekirinê yên rejîma Îranê yên derheqê Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî, Şerîfe Muhammed û aktîvîstên din. Nûrhayat Polat destnîşan kir ku ev jin ji ber nasnameya xwe ya kurdbûnê hedef hatine girtin.
‘EM TECRÎDÊ QEBÛL NAKIN’
Nûrhayat Polat, bilêv kir ku weke tevgera jinên kurd ew bi dirûşma “Em tundî û tecrîda li girtîgehan qebûl nakin” ber bi 25’ê Mijdarê ve diçin û wiha domand: “Dê nekarin têkoşîna me di nava çar dîwaran de dîl bigirin û em ê li dijî girtin, binçavkirin û zextan em ê têkoşîna xwe bidomînin. Dewleta mêrserdest hemû destkeftiyên jinan hedef digire. Em jî dê têkoşîna xwe ya li dijî vê mezin bikin. Dê jiyana azad bi jinên azad bibe, civaka azad jî bi têkoşîna hevpar a jinan ava bibe.”
Daxuyanî bi dirûşmên "Jin, jiyan, azadî" û "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.
MÊRSÎN
Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Mêrsînê jî bi heman boneyê li Taxa Karaduvarê ya navçeya Akdenîzê bi jinan re civiya. Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrsînê Perîhan Koca, endamên Meclisa Şaredariya Akdenîzê û gelek kes tev li bûn. Di hevdîtinê de girîngiya 25’ê Mijdarê hate vegotin. Serdan, bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.
EDENE
Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Edeneyê jî li Parka Înonuyê stant vekr. Gelek kes çûn serdanê. Jinan, belavok belav kirin û ji bo meşa 25’ê mijdarê ku dê saet di 18.00’ê de ji Qada Ugur Mumcu ber bi Parka Ataturkê ve were lidarxistin banga tevlibûnê kirin.
ERZIROM
TJA’yê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Erziromê “Atolyeya Zayenda Civakî” li dar xist. Gelek kes tev li bûn. Aktîvîsta TJA’yê Aynûr Sarica di atolyeyê de bal kişand ser rolên zayenda civakî û zıhniyeta nêrza vegot.
AMED
Bi pêşengtiya TJA’yê li gorên jinên hatin qetilkirin ên li Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezanê hatin ziyaretkirin. Jinan, qurnefîl danîn ser gorên jinan. Meryem Soylu li ser gora Fermandara YJA Starê Hulya Eroglû (Delal Amed) axivî û ev tişt anî zman: “Her roj jin tên qetilkirin. Li ku derê dibe bila bibe divê em xwedî li jinan derkevin. Em vê zilma li jinan tê kirin qebûl nakin.”
Di heman demê de gora xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîş ku bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da jî hate ziyaretkirin.
ŞIRNEX
Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) ên Şirnexê xebatên 25'ê Mijdarê Roja Tekoşîna Tundiya li dijî Jinan didomîne. Di çerçoveya xebatan de TJA bi Meclîsa Dayikên Aştiyê û Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Hezexê ve serdana jinên koçer kirin. Jinên koçer ku di bin kontara çiyayê Bagok a navbera Nisibîn û Hezexê de kon vegirtibûn û endamên partiyê û dayikên aştiyê jî bi rêketin û çûn cem wan.
Di serdanê de endamên partiyê û Dayikên Aştiyê qala girîngiya 25'ê mijdarê û têkoşîna ku li dijî tundiya ser jinan tê dayin kirin. Jinên koçer zor û zahmetiyên ku ew dikşînin vegotin. Jinên koçer bi lêv kirin ku ji ber qedexeyên zozanan ew ji zext û zorên lêşkeran ve rû bi rû dimînin. Piştî axaftinan jinan bi hevre klam gotin.