MARDİN – Vedat Allak, piştî xebata xwe ya der barê qewl û qewlbêjiya êzidiyan, niha jî muzîk û rîtma dirûşmeyên ku kurd di çalakiyan de berz dikin lêkolîn dike. Allak, destnîşan kir ku wekî gelên din dengên xweser ên kurdan jî hene û ew dixwaze di çarçoveyeke zanistiyî de lêkolîn bike.
Vedat Allak ê ji Mêrdînê, hîn wexta xwendekarê pola sisêyan a Konservatûvara Zanîngeha Dîcleyê bû, ji bo perwerdehiya muzîkê çû Fransayê. Allak, qederekê li Farsansayê ma û di sala 2011'an de vegeriya. Berî biçe Fransayê, zanîngehê jê re gotibû 'wexta tu vegerî tu yê têkevî ezmûnan', lê belê piştî alîgirê midûrê fakulteyê guherî nehiştin têkeve ezmûnan. Li ser vê Allak, dev ji Zanîngeha Dîcleyê berda û li Parîsa Fransayê li 8 zanîngehan perwerdehiya xwe domand. Piştî kutakirina perwerdehiyê, Allak li heman zanîngehê bi kurdî di warê Etnomuzkîlojiyê de lîsansa bilind xwend. Teza wî ya ewil 'Di Êzîdîtiyê de Qewlbêj û Li Dîasporayê Rola Qewlbêjan" bû. Niha jî ji bo teza xwe ya dudoyan li ser "Li Parîsê Ambiyansa Çalakiyên Kurdan" hûr dibe.
Allak, destnîşan kir ku Etnomuzîkolojî di warê çandeyî de li ser muzîkê hûr dibe û zanisteke muzîkê ye. Allak ji bo xebatên xwe got: "Civak çawa çanda xwe û zimanê xwe diparêzin, çi qasî diparêzin, çi qasî winda kirine û çi qasî pêş xistine. Em vê yekê lêkolîn dikin. Ev qada, erf û edet, lixwekirin, awayê xwarinan, awayê gotina stran û kilaman, têkiliya jin-mêran lêkolîn dike."
Allak, anî ziman ku ew der barê nasnameya kurdî de lêkolînan dike û got: "Berî her tiştî ez ji bo xwe dikim. Çand, ziman û nasnameyeke vî gelî heye. Loma divê herkes tiştekî bike. Ez jî muzîkjen im û di vî warî de tev digerim. Ez hay ji kêmasiyên vê qadê heme û dixwazim van kêmasiyan temam bikim."
DENG Û MUZÎK
Allak, der barê teza xwe ya ewil de jî ev tişt gotin: "Em êzidiyan pir nas nakin. Tenê em hay ji taybetmendiyên ola wan hene. Muzîka wan çawa ye? Jiyana wan çawa ye? Di dîrokê de xwedî roleke çawa ne? Em pir hay ji van tiştan tune ne. Wexta ez di vî warî de xebitîm, min dît ku ew jî li nasnameya xwe digerin. Helbet wekî her kurdî tirsa wan jî heye. Her wiha di nav xwe de perçe jî bûne. Hay ji vê jî hene. Qewlbêjî, pir dişibe dengbêjiyê. Qewlbêjî, pergaleke patrîarkal e ku ji bav derbasî kur dibe. Di destê sê malbatên mezin de ye. Her wiha deng û muzîka di vir de tê biakaranîn, der barê kurd û êzdiyan agahiyên ecêb didin der. Helbet ev aîdî kurdan, êzidiyan e."
BI AWAYEKÎ ZANISTÎ DENGÊ KURDAN LÊDIKOLE
Allak, destnîşan kir ku teza wî ya duyemîn jî; li ser dirûşmeyên kurda ye. Allak, bilêv kir ku ew li ser dirûşmeyên ku kurd li Parîsê di çalakiyan de berz dikin hûr dibe û ambiyansa derdikeve holê lêdikole.
Allak got: "Wekî gelên din dengên xweser ên kurdan jî hene û dixwazim vê yekê bi awayekî zanistî derxim holê. Kurd xwedî awayekî xwesr ê gotinê ne. Ez dibêm ev di dirûşmeyên wan de heye. Loma ez di vî warî de lêkolînekê dikim. Helbet her gelek xwedî awayekî gotin, strandin û guhdarîkirinê ye."
Allak, destnîşan kir ku divê xebatên di vî warî de bên berbelavkirin. Allak, anî ziman ku piştî çend salan wexta ew vegeriyaye welat li hemberî dîmena heyî heyr maye. Allak, bilêv kir ku li hemû qadan zext û zorî heye û êdî mirov bi endîşe nêzî xebatên çandeyî dibin. Allak got: "Lê divê kes bêhêvî nemîne. Bêdengiyek heye. ev yek li her derî dixuyê. Bi dehan navendên çandê yên vî gelî hatine girtin, partiyên siyasî hatine girtin. Lê dîsa jî têkoşîneke mezin heye. Faşîzm çi qasî har dibe bila bibe, wê ev çand bijî. Lê a girîng ew e ku wê çi qasî bide jiyîn û wê veguhere rewşeke çawa."
'DI MIJARA ZIMAN DE EM NE WEKÎ BERÊ NE'
Allak, diyar kir ku êdî civak di warê axaftina bi zimanê xwe wek berê ne hesas e û got: "2 sal berê wexta ez hatim min ev dît. helbet ev ji ber asîmlasiyon û zillmê ye. Lê tu dibê qey em jî wek berê bi hesas nêz nabin. Divê demidlest em hewl bidin ku civak ji vê derûniyê xelas bibe. Herkes wekî kesên di nav pêvajoyê polîtîk de, nikarin pêvajoyê binirxînin. Ji ber vê kêmasî rû didin. Loma pêdivî bi xebatên xurt heye."
MA / Ahmet Kanbal