Lawje li Mêrdîn, Amed û Êlihê konsertan li dar dixe
- çand û huner
- 09:13 02/1/2019
Koma Lawje ya ku berhavkariya stranên herêma Colemêrgê dike, dê di meha Çile de li Mêrdîn, Amed û Êlihê derkeve ser dikê û konseran li dar bixe.
Koma Lawje ya ku berhavkariya stranên herêma Colemêrgê dike, dê di meha Çile de li Mêrdîn, Amed û Êlihê derkeve ser dikê û konseran li dar bixe.
Ji lîstîkvanê Teatra Jiyana Nû ya di bin banê NÇM’ê de Cîhad Ekîncî diyar kir ku ew ê di sala 2019’an de li her deverê ku temaşevanên wan hene derkevin ser dike û li pêşberî temaşevanan bin.
Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha Çileyê daxuyand.
Malpera Diyarnameyê li ser pirtûkên kurdî yên îsal hatine weşandin bi lîsteyek berfireh nûçe amade kir. Li gorî nûçeyê ji weşanxeneyên kurdî yên li Tirkiyeyê îsal 230 pirtûk hatine weşandin. Weşanxaneya herî zêde J&J pirtûk çap kirine Pirtûkên helbestan li pêş in. Di warê folklora kurdî de jî îsal gelek pirtûk hatine çapkirin.
Kovara Komunê bi hejmara xwe ya ewil di sala nû de bigihê ber destê xwînerên xwe.
Wê Şanoya Bajêr a Amedê, di sala nû de dest bi dayîna dersên şanoyê bike. Her wiha wê ji bo zarokan jî dersên dramayê bide.
Ji dengbêjên Botanê Henîfa Şirnexî, Kurdê, Cemalê Mihê û Evdilayê Goyî ku ji bo bîranîna dengbêj Nesrîn Şêrwanê çûn Stenbolê, deketin Kolana Îstîklalê û bi awazên stranên kurdî kolan şên kirin.
Wênesaz û nivîskar Fewzî Bîlge diyar kir ku gelek xebatên wî yên şêwekarî û edebiyatê berhev bûne û ew li benda wê rojê ye wêneyan derxe pêşberî temaşevanan û pirtûkhez jî pirtûkên wî bixwînin. Bîlge got ew xwe bi civaka xwe xwedî dike û bi wêne û edebiyatê re dilê xwe rehet dike û her tim bi kurmancîbûna xwe aş e. Bîlge got ev civak nikare wênesazan hilgire û xwedî bike.
Derhêner Kazim Oz, diyar kir ku her çend kêmasiyên sînemaya kurdî hebin jî, dîsa bi pêş dikeve. Oz, got wê azadiya gel sînemaya kurd jî azad bike.
"Gaxend" ku ji aliyê hin gelên Mezopotamyayê ve tê pîrozkirin û tê wateya verêkirina sala berê û pêşwazîkirina sala nû, ji bo jinan xwedî wateyeke cuda ye. Di dema Gaxendê de jin tên cem hevdu û bi awayekî komunal tev digerin.
Li Heskîfê tevî biryara Şûreya Dewletê jî Mizgefta Eyyûbî ya 630 salî ji cihê wê hat rakirin û birin cihê nû.
Hunermend Aslı Aydemîr pêşengeha “Social Media Effect” ku balê dikişîne ser kuştina jinan vekir. Aydemîr, anî ziman ku wê bi vê hunera xwe û berheman xwest balê bikişîne ser kuştina 300 jinan û wiha got: "Di salên dawî de mijara ku ez herî zêde jê bêzar dibim min girt dest."
Walîtiya Edeneyê bi hêceta “ewlehiya cemaweriyê” konsera hunermendên NÇM’ê qedexe kir.
Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM), 27'emîn salvegera damezirandina xwe bi şahiyek girseyî piroz kir.
Li Stenbolê Chalak Events ji bo Nesrîn Şêrwan şevbihûrka dengbêjan li dar dixe.